Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bafil Celal Talebanî, li Debaşanê bi Birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump, û General Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) re civiya.
Di civînê de, ku endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Qubad Talebanî jî beşdar bû, girîngiya pêkanîna peymana 29ê Çileya 2016an a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, û her wiha pêwîstiya rakirina astengiyên ku rê li ber pêkanîna wê digirin, hate tekez kirin.
Amadebûyan her wiha girîngiya rêzgirtina mafên hemû civakên li Sûriyeyê tekez kirin, û amadebûna xwe ji bo alîkariyê diyar kirin da ku Sûriye bibe aktorek çalak li herêmê û civaka navneteweyî.
/Puk Media/









