Di Lîga Şampiyonan De 4 Tîmên Din Derbasî Dora 16’an Bûn

Kurdi

🔴Heyecana Lîga Şampiyonan a Ewropayê bi maçên rovanşê berdewam dike. Piştî pêşbirkên dawî, çar tîmên din navê xwe di nava 16 tîmên herî serkeftî de nivîsandin.

Atletico Madrid Bi Sorloth Biriqî

Tîma Spanî Atletico Madrid, piştî ku di maça yekem de bi tîma Belçîkayê Club Brugge re 3-3 mabû, di maça rovanşê de li qada xwe lîstikeke serkeftî nîşan da. Atletico Madrid bi encama 4-1 bi ser ket û derbasî qonaxa din bû. Di maçê de lîstikvanê navdar Alexander Sorloth bi sê golan (hat-trick) mohra xwe li serketinê xist.

Ji Bo Interê Xatirxwestineke Tehl

Nûnerê Îtalyayê Inter, nekarî encama maça yekem telafî bike. Inter a ku di maça yekem de 3-1 li hemberî tîma Norwêcê Bodo Glimt têk çûbû, di maça duyem de jî 2-1 şikest û ji lîgê hat derxistin. Bodo Glimt bi vê encamê surprîzeke mezin kir û Inter ji kupayê dûr xist.

Leverkusen Parastina Xwe Xurt Girt

Tîma Alman Bayer Leverkusen, bi avantajê maça yekem derket pêşberî Olympiakos. Leverkusen a ku li Yûnanistanê 2-0 bi ser ketibû, di maça vegerê de bi encama 0-0 wekhev ma û bilêta dora 16’an bi dest xist.

Newcastle United Rê Neda Karabağê

Tîma Îngilîz Newcastle United, piştî serkeftina mezin a maça yekem (6-1), di maça duyem de jî li hemberî nûnerê Azerbaycanê Karabağ bi ser ket. Newcastle maç bi encama 3-2 qezenc kir û bi rehetî derbasî qonaxa nû bû.

Tîmên din ên ku dê derbasî dora 16’an bibin, piştî maçên ku dê vê êvarê werin lîstin diyar dibin

Galatasaray bi Avantajeke Mezin diçe Torînoyê

Tîma Galatasarayê ku di 17’ê Sibatê de li qada xwe bi skoreke dîrokî 5-2 Juventus têk biribû, îşev saet di 23.00’an de (bi dema Kurdistan û Tirkiyeyê) li Torînoyê derdikeve maça rovanşê.

Real Madrid li Malê Diltirsî ye

Li Spanyayê, dêwekî din ê Ewropayê Real Madrid, mazûvaniya tîma Portekîzî Benfica dike. Real Madrid ku di maça yekem de li deplasmanê 1-0 bi ser ketibû, vê carê li ber çavê alîgirên xwe bi avantajeke piçûk lê girîng derdikeve qadê.

Li Fransayê Derbiya PSG û Monaco

Yek ji maçên herî balkêş jî li Parîsê pêk tê. PSG ku li deplasmanê Monaco 3-2 têk biribû, niha li mala xwe bi serbilindî li benda hevrikê xwe ye.

Hevrikiyên Din

Ji bilî van maçan, îşev tîma Atalanta û Borussia Dortmund jî dê rûbirûyî hev bibin. Ev her çar maç dê diyar bikin ka kîjan tîm dê navê xwe di dîroka îsal a Lîga Şampiyonan de bi tîpên zêrîn binivîsin.

/Nûpel/

 

İlginizi Çekebilir

Sîmbolên Pîroz ên Dersîmê: Xezalên Koyê Mûzirî
‘Aziz İhsan Aktaş’ davasının 17’nci günü: Avukat beyanlarına süre kısıtlaması getirildi

Öne Çıkanlar