Li Ber Deriyên Bankayan Çîleya TOKÎ’yê: Welatî di Dorê de ne!

Kurdi

🔴AMED – Welatiyên ku ji bo projeyên TOKÎ’yê serî lê dabûn û navên wan di pişkê de derneketine, niha ji bo girtina 5 hezar lîreyên (5.000 TL) ku weke berdêla serlêdanê razandibûn, rûbirûyê zehmetiyên mezin dibin. Welatî diyar dikin ku ev pere bi rêya sîstema online an jî bankamatîkan nayên vegerandin û ji ber vê yekê ew neçar dimînin ku bi saetan di dorên bankayan de bisekinin.

Li gorî daxuyaniyên welatiyan, tevî ku teknolojî pêş ketiye jî, sîstema bankayê destûrê nade ku ev pere bi awayekî dîjîtal bê vegerandin. Welatiyên ku dixwazin heqê xwe yê rewa paşve bigirin, dibêjin:

“Me ev pere bi destên xwe razand, lê niha ji bo paşvegirtinê em bi saetan di dorê de çîle dikşînin. Çima ev kar di ser sîstema online re nayê çareserkirin?”

Welatiyên ku li ber deriyên banka û bankamatîkan kom bûne, bertek nîşanî vê rewşê dan û daxwaz kirin ku rayedar berpirsiyariya xwe bînin cih. Daxwaza sereke ya gel ev e:

• Pêvajoya vegerandina pereyan bi riya E-Devlet an jî serlêdanên mobîl bê hêsankirin.

• Li şaxên bankayan ji bo vê pêvajoyê karmendên zêde bên peywirdarkirin.

• Zehmetiya ku gel dikşîne bê dîtin û çareseriyeke lezgîn bê peydakirin.

Heta niha ji aliyê rayedaran ve di derbarê vê qelebalixî û “êşkenceya dorê” de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

/Nûpel/

 

 

İlginizi Çekebilir

İmamoğlu: AKP’liler ya birer üyesi ya da ortada ‘suç örgütü’ yok
Kobani için uluslararası kamuoyuna acil insani müdahale çağrısı

Öne Çıkanlar