Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Sibatê pêşwazî li şandeke Almanî bi serokatiya Birêkarê Wezareta Derve Andreas von Geyr kir.
Di civînê de ku Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Daniel Krober jî amade bû, her du alî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî di warên cuda de hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û hevkariyên berdewam ên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên her du aliyan kir.
Di beşeke civînê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya civaka navdewletî kirin daku rûbirûyî gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê bibin.
Herwiha di hevdîtinê de derbarê rewşa giştî ya Iraq û herêmê, hewildan û danûstandinên ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê û pêvajoya pêkanîna hikûmeta federal û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de nêrîn hatin pevguhertin.
/Jêder: K24/











