🔴Di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de şeva dawî ya tûrê bi maçên kelecan bi dawî bû. Piştî têkoşînên dijwar, Atalanta, Real Madrid, PSG û Galatasaray navê xwe di nav 16 tîmên herî baş de nivîsandin.
Galatasaray li Torînoyê Vegeriyeke Dîrokî Pêk Anî
Maça herî krîtîk a şevê li Îtalyayê, di navbera Juventus û Galatasaray de hat lîstin. Galatasaray ku maça yekem 5-2 qezenc kiribû, li Torînoyê rastî berxwedaneke mezin hat. Juventusê tevî ku ji deqîqeya 48’an û pê ve 10 kes ma jî, karî skorê bike 3-0 û maçê bibe deqîqeyên zêde (uzatmalara).
Lê belê di deqîqeyên zêde de Galatasaray bi golên Victor Osimhen û Barış Alper Yılmaz vegeriya û maç kir 3-2. Bi vê skorê nûnerê Tirkiyeyê tûr derbas kir û derbasî qonaxa 16’an bû.
Atalanta di Deqîqeya Dawî de Kenî
Tîma Îtalî Atalanta, piştî ku maça yekem 2-0 dabû destê Borussia Dortmund, di maça duyem de mucîzeyek pêk anî. Atalanta bi performanseke bilind 4-1 qezenc kir; gola serkeftinê di deqîqeya dawî de bi penaltiyê hat.
Real Madrid û PSG Rêya Xwe Didomînin
• Real Madrid: Li Spanyayê li hemberî nûnerê Portekîzê Benfica derket ser sahayê. Real Madrid a ku maça yekem 1-0 qezenc kiribû, di rovanşê de jî 2-1 bi ser ket û bê pirsgirêk derbasî tûra din bû.
• PSG: Piştî serkeftina 3-2 ya li Monaco, tîma Parîsê li qada xwe bi encama 2-2 wekhev ma û bilêta son 16’an girt.
Peşk li Nyonê tê kişandin

Pejka (kura) qonaxa 16’an, roja înê 27’ê Sibatê di saet 14:00’an de li bajarê Nyon ê Swîsreyê di navenda UEFA’yê de were kişandin.
/Nûpel/









