🔴Wê rojê li gund daweteke geş hebû. Keça Mendê, wekî her carê, bi serê govendê girtibû; bi coş û peroşeke bêhempa xwe dihejand û mamika xwe ya gelêrî ya navdar daxistibû ser ziman:
“Eman eman yarê were mala me hêdîka,
Ez ê derî ji te re vekim bi du tilîka.
Ger dêlika xesûya min bêje ew çi ye?
Ez ê bêjim rovî hatiye mirîşka…”
Govenda wê wisa germ bû ku yên herî dilsar û bêkeyf jî nedikarin xwe ragirin; yek bi yek radibûn û tevlî rêza govendê dibûn.
Navê wê yê resen Têlî bû, lê di gund de her kesî jê re digot Keça Mendê an jî Têliya Mendê. Jixwe di wî gundî de fersenda navên rastîn kêm dila hebû; piranî bi leqeban dihatin naskirin. Dema leqebek li ser kesekî rûniştibaya, êdî xelasî jê nedihat. Bo nimûne; sê mamên wê hebûn, her yek xwedî navekî cuda: Mele Mehîn, Soro û Ziko. Bavê wê jî bi Sofî Zivirî dihat naskirin. Her leqebekê çîrokeke xwe ya kûr hebû ku wekî serbenekî meriv dikişand nava xeyalan.
Keça Mendê bi bedewî, marîfet û ruhê xwe yê geş navdar bû. Her çend jiyanê gelek êş û tehdayî lê kiribûn jî, wê nehiştibû sîbera xemê li ser rûyê wê bibe qermuçek. Lê belê, di kûrahiya hundirê xwe de, di birînên xwe de dewlemend bû. Belkî jî wê bi wê coş û herikîna govendê, valahiya birînên dilê xwe tije dikirin.
Her kesî ji wê hez dikir, lê dilê wê tenê ji bo Ehmedo lê dida. Di navbera wan de çar sal hebûn. Ehmedo di bin zilma jinbavê de mezin bûbû. Piştre derketibû holê ku diya Têliyê, ango Mendê, şîr dabû Ehmedo jî… Mendê, dema ku zaroka xwe ya sêyemîn bi mirî anîbû, wê jî canê xwe dabû. Ew zarok bûbû qurbana pihîneke Sofî Zivirî. Zaroka Mendê ya duyemîn jî sê-çar meh piştî mirina diya xwe, bi nexweşiya sorikê çûbû ser dilovaniya xwe. Êdî Têlî bi tenê mabû… Têliya Mendê.
Sofî Zivirî di serî de sond xwaribû û gotibû: “Piştî Mendê, jiyan û jin li min heram bin!” Çend hefteyan ji mizgeftê derneket. Lê belê, wekî leqebê xwe “Zivirî”; hîna salek di ser re derbas nebûbû, çû jinebiyek anî malê.
Xaltîka Kûndê jî li dawetê bû. Tenê wê govend nedigirt. Kûnda bêoxir, li ku derê ba, bêsiûdî bi xwe re dibir. Dîsa bi wê devê xwe yê reş got: “Keça Mendê, tu îşev gelek dikenî û bi kêf î. Xwezî paşê tu hewqasî negirî. Hêvî dikim ev bedewiya te nebe belaya serê te.”
Têlî veciniqî û aciz bû. Bersiv neda, lê di dilê xwe de got: “Tu qenciyê li kerê bikî, wê zîtikan li te bide. Ez ê çi ji te re bêjim? Min carekê sond xwariye, sê birayên min jî hebin, ez nareyêm se (segan)!”
Wê sibehê, Ehmedo di nava malê de wekî xewneke nîvco diçû û dihat. Li ser rûyê wî kenekî şermok, di çavên wî de ewreke kelegirî û di dilê wî de êşeke bêhêvî hebû. Heyîna wî wekî genimê bin destar hûr dibû. Heya wî emrî, ticarî neçarî û êşeke wisa kûr nejiyabû.
Fikirandina ku “Dê Têliyê bidin Gurzo” bes bû ku meriv dîn bibe an bibe kujer. Gurzo zilamekî hov û êrîşkar bû, tu nirx û pîvan nedinasîn. Wê sibehê dîsa hatibûn ser meseleya xwastinê. Gava Ehmedo bi vê hesî, xencereke zengargirtî ya ku berê di bin axê de dîtibû, xiste ber pişta xwe û bi lez çû wir. Têlî li ber derî bû, guhê xwe zeliqandibû derî û her peyva ku dihat gotin, wekî kêrê li dilê wê diket.
Di hundir de, Benîşt bi dengekî bêşerm digot: “Mamo, ji bo keçekê em hevdu neêşînin!” Wî Têlî wekî kincekî kevin an solekê didît. Lê Sofî Zivirî vê carê hişk sekinî: “Qetiyen nabe! Dinya xira bibe jî ez keça xwe nadim Gurzoyê dîn. Heya êvarê wekî seyan (kûçikan) li ber deriyan e û êrîşî her kesî dike!”
Ehmedo li nêrîna Têliyê ya neçar û hêvidar nêrî; li wir wekî peykerekî cemidîbû. Têlî hejdeh salî bû, mirin li ber çav girtibû lê Gurzo nediperijand. Wê digot: “Ger min bidin wî, ez ê xwe bikujim!” Û her kesî dizanibû ku wê bikira jî.
Di nava odeyê de sê mam û bavê wê rûniştibûn. Soro tenê li dijî vê zewacê derdiket. Sofî Zivirî wekî her carê li ser daxwaza berjewendiyan “dizivirî”. Mele Mehîn bêdeng bû. Ziko û kurê wî Benîşt peyvên xwe venekêşandin. Digotin: “Ger hûn nedin me, em nahêlin kesekî din wê bistîne!”
Bapîrê Têliyê jî bi çavbirçîtî digot: “Ez keça xwe belaş nadim!” Di encamê de, li ser hinek pere û erdekî ajotinê li hev hatin. Bapîr bi serbilindî digot: “Me erd da, erd stand!”
Êvar bû, rojê xatir ji gund dixwest. Bayê payîzê yê sar wekî destên bistryan li bedena meriv diket. Têlî li pêş û Ehmedo bîst gav li pey wê, ji zeviyan vedigeriyan gund. Gurzo ji nişka ve ji nav dehl û devi yan derket û êrîşî Têliyê kir.
Hîna Gurzo negihîştibû Têliyê, Ehmedo xencera xwe ya zengargirtî derxist û xwe avêt pêşiya wî. Du-sê caran xencer li zikê Gurzo xist. Gurzo qêrînek kir û serdevkî ket erdê; êdî ranebû. Gundî bi aliyê wan de dihatin. Ehmedo û Têliyê destên hev girtin, berê xwe dan çiyayan û revîn. Wê şevê şansê wan hebû; şoreşger hatibûn gund. Ehmedo û Keça Mendê tev li wan bûn û ber bi asoyên azadiyê ve meşiyan.
Abdullah Öngüllü Şêrwî











