Li Hezroyê Bernameya 8’ê Adarê: ‘Jin Jiyan Azadî’ Deng Veda

Kurdi

🔴Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li gundê Yazgiya Hezroyê bi jinan re hat cem hev. Di bernameyê de hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja berxwedanê ye.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê li navçeyan didomîne. Di vê çarçoveyê de li gundê Barqûşê yê navçeya Hezroyê “Civîna Jinan” hat lidarxistin. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Özden Gürbüz Sümer, xebatkarên şaredariyê û gelek jinên gundî beşdarî bernameyê bûn.

Di hevdîtinê de dîroka 8’ê Adarê û têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê hat vegotin. Seroka Daîreyê Özden Gürbüz Sümer di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê rojê û wiha got:

“8’ê Adarê beriya 200 salî li Amerîkayê bi daxwaza heqdestekî wekhev dest pê kir. Îro ev roj li seranserê cîhanê û bi taybetî ji bo jinên Kurd xwedî wateyeke mezin e. Jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak. 8’ê Adarê roja me ya berxwedanê ye.”

Sümer diyar kir ku ew her meh li taxên cuda bi jinan re tên cem hev da ku pirsgirêkên wan ji nêz ve bibînin. Jinên gundê Yazgiyê yên ku beşdarî bernameyê bûn, daxwazên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan wiha rêz kirin:

Ji bo xwendekaran kêmzêdehiya wesayîtên servîsê.

Avakirina firinekê li gund.

Çareserkirina kêşeya avê.

Çêkirina şîngehekê (Yas Evi).

Bername piştî guhdarîkirina daxwazên jinan û belavkirina broşuran bi dawî bû.

/Çavkanî: DBB/

İlginizi Çekebilir

İHD’den çağrı: Gazeteci Alican Uludağ serbest bırakılsın
ABD’li Bakan Rubio: İran balistik füzeleri konuşmak istemiyor

Öne Çıkanlar