🔴Zextên rejîma Îranê yên li ser rojnamevanan berdewam dikin. Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansê (MA), rojnamevan Îlaya Mihemed (Elahe Muhammedi) roja Çarşemê, 25’ê Sibatê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin.
Di dema binçavkirinê de, wezîfedarên wezaretê bi ser mala rojnamevan de girtin û dest danîn ser hemû amûrên wê yên teknolojîk. Hat ragihandin ku heta niha sedema fermî ya binçavkirina Îlaya Mihemed nehatiye eşkere kirin.
Rojnamevan Îlaya Mihemed di qada çapemeniyê de bi xebatên xwe tê naskirin û berê jî bûbû hedefa hêzên ewlehiyê:
29’ê Îlona 2022’an: Cara yekem hatibû binçavkirin.
Cezayê Girtîgehê: Piştî binçavkirina xwe ya berê, salek û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Rewşa rojnamevanê û cihê ku lê tê girtin fikarên parastina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê li Îranê careke din anî rojevê.











