🔴Şandeyeke bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê di çarçoveya dîplomasiyê de bi nûnerên komên girîng ên Parlamena Ewropayê re hevdîtinên girîng pêk anîn.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, li Parlamena Ewropayê bi nûnerên Partiya Keskan (Yeşiller) û Partiya Gel a Ewropayê (EPP) re rûniştin. Di şandeyê de kordînatora Komîteya Têkiliyan a Keskan Hannah Neumann û nûnerê EPP’ê Michael Gahler cih girtin.
Di hevdîtinan de, li ser geşedanên herî dawî yên li herêmê û rewşa siyasî ya Sûriyeyê hat rawestandin û ji bo pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya li Şamê de, daxwaza avakirina mekanîzmayeke çavdêriyê ya navneteweyî hat kirin.
/Çavkanî: İlke TV/










