Belgefîlma “Mêzîna Şikestî” Çîroka Rojîn Kabaîş tîne ser Ekranan

Kurdi

🔴Belgefîlma bi navê “Mêzîna Şikestî” ku balê dikişîne ser qetilkirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û têkoşîna malbata wê ya ji bo edaletê, di 15’ê Adarê de li Amedê cara yekem derdikeve pêşberî temaşevanan.

Belgefîlma ku ji aliyê derhênerê xelatgir Gokhan Çetîn ve hatiye amadekirin, behsa windabûna trajedîk a Rojîn Kabaîş û pêvajoya piştî qetilkirina wê dike. Derhêner Çetîn, êş û qêrîna bavê Rojînê wekî xala destpêkê ya vê xebatê pênase dike û dibêje:

“Qêrînên kûr ên bavê Rojînê yên li ber deriyê dadgehê bandoreke mezin li min kir. Zimanê êşê gerdûnî ye; min di wê êşê de xwe û bavê xwe dît. Me bi malbatê re hemû pêvajoya zagonî û bûyerên qewimîne berhev kirin û ev belgefîlm ava kir.”

Di amadekirina belgefîlmê de bi derûnnas, civaknas û pisporên qadê re hevpeyvîn hatine kirin. Belgefîlm ne tenê çîroka kesekê, lê belê birîneke civakî nîşan dide. Çetîn balê dikişîne ser rewşa xwendekarên li Wanê û diyar dike ku ji ber tirsê gelek xwendekaran qeydên xwe rawestandine û hevalên Rojînê jî ji ber fikarên ewlehiyê naxwazin biaxivin.

Pêşandana yekem (gala) dê di 15’ê Adarê de li Navenda Çanda ÇandAmedê pêk bê. Bername ji bo gel belaş e û hûrguliyên wê wiha ne:

• Muzîk: Hunermend Raperîn dê strana ku ji bo Rojînê amade kiriye bi zindî pêşkêş bike.

• Nîşandan: Belgefîlma “Mêzîna Şikestî” dê were nîşandan.

• Gotûbêj: Piştî fîlm, bi beşdariya bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş, parêzer û pisporan panel û nîqaşek dê were lidarxistin.

Piştî Amedê, belgefîlm dê di 23’ê Nîsanê de li Wanê were nîşandan. Piştre rêwîtiya fîlm li Stenbol, bajarên din ên Tirkiyeyê û li Ewropayê berdewam bike.

/Nûpel/

 

 

 

İlginizi Çekebilir

ABC News: CENTCOM, Trump’a İran’a yönelik olası saldırı seçeneklerini sundu
Li Pêrtagê Xetereya Maden û GES’ê: ‘Em Rê Nadin Bêmirovkirina Herêmê’

Öne Çıkanlar