Li Gimgimê Li Dijî Projeya JES’ê Banga Yekîtiyê: 16 Gund li Ser Piyan in!
🔴Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li ser rûberê 16 gundan projeya sondajê ya Jeotermal (JES) hat pejirandin. Gundiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, li dijî vê biryara Walîtiyê derketin û dan zanîn ku ev proje wê xwezaya wan û qadên wan ên meryayê tune bike.
Walîtiyê Pejirand, Gundiyan Îtîraz Kir
Li navçeya Gimgimê (Varto), li ser qadeke ku bi giştî 453 hezar û 494 metrekare ye û wekî “merayê” tê naskirin, ji bo projeya sondajê ya lêgerîna çavkaniyên jeotermal ji aliyê şîrketa “IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş.” ve serlêdan hatibû kirin. Tevî nerazîbûnan jî, Serokatiya Komîsyona Parêzgehê ya Walîtiya Mûşê biryara erêkirinê da projeyê.
“Em ê Destûrê Nedin Ranta Ser Axê”
Rojnamegerên wekî Ercüment Akdeniz û Banu Güven bal kişandin ser fikarên gel. Akdeniz diyar kir ku fikar ne tenê ji bo santralên jeotermal in, gel ditirse ku ev kar paşê veguhere “lêgerîna madenên zêr”. Banu Güven jî destnîşan kir ku ev proje wekî hewildaneke desthilatdariyê ya ji bo derxistina “rantê” ye û li seranserê Tirkiyeyê projeyên bi vî rengî zirarê didin axê.
Xalên Sereke yên Îtîraza Gundiyan:
Gundiyên 16 gundên ku di bin bandora projeyê de ne, bi daxwaznameyan serî li Walîtî û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê dan. Di daxuyaniyên xwe de ev xal derketin pêş:
• Qanûna Merayan: Li gora “Qanûna Merayê ya hejmar 4342”, divê merayên ji bo berdewamiya sewalkariyê û parastina ekosistemê werin parastin.
• Xetereya Ekokolojîk: Gundî her hefte civînan li dar dixin û derbarê zirarên JES’ê yên li ser av û axê de hevdu agahdar dikin.
• Debara Jiyanê: Hat diyarkirin ku ger merayên wan werin dagirkirin, sewalkarî ku çavkaniya sereke ya debarê ye, wê bi temamî bi dawî bibe.
Gundiyên Gimgimê destnîşan dikin ku ew ê ji bo parastina xweza û pêşeroja xwe têkoşîna xwe ya hiqûqî û civakî bidomînin.











