🔴Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê “êrişeke pêşwext” daye destpêkirin. Li Tehranê, paytexta Îranê, dengê teqînan hat bihîstin.
Dema ku çapemeniya Îsraîlê dinivîsand ku êriş bi koordînasyona DYA û Îsraîlê pêk hatine, ajansa Associated Pressê jî ragihand ku DYA beşdarî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye. Karbidestên Amerîkî yên ku ji New York Timesê re axivîn jî diyar kirin ku êriş “êrişeke hevpar a DYA-Îsraîlê” ye. Karbidestekî din ê ku ji CNNê re axivî, destnîşan kir ku êriş dê ne di asteke biçûk de bin. Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Ezîzî ragihand ku ew ê tolhildana êrişa Îsraîlê hildin.
Li gorî nûçeya Associated Pressê, şahidên li Tehranê diyar kirine ku wan dengê teqînan bihîstiye. Li gorî çapemeniya Îranê, di êrişên Îsraîlê de ligel paytext Tehranê, bajarên Isfehan, Qum, Kerec û Kirmanşah jî bûn hedef.
Dema ku êriş berdewam dikirin, li seranserê Îsraîlê dengê sîrenan hat bihîstin. Lê belê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji welatiyên xwe re ragihand ku di vê qonaxê de hewce nake bikevin stargehan. Qada hewayî ya Îsraîlê hat girtin.
Daxuyaniya tolhildanê ji Îranê
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Ezîzî ragihand ku ew ê bersiva êrişa Îsraîlê bidin û tolhildanê bikin.











