Qeter: Fuzeyên Îranê hatin xistin

Kurdi

🔴Piştî ku Îranê di bersiva êrîşên DYA û Îsraîlê de li dijî Îsraîlê dest bi êrîşeke fuzeyên balîstîk kir, Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku wan fuzeyên Îranê xistine û qada xwe ya hewayî girtine.

Li gorî nûçeya ku Al Jazeerayê veguhastiye; Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku fuzeyeke Îranê ji aliyê pergala parastinê ya Patriot ve hatiye bêbandorkirin.

Di dema ku pêvajoya muzakereyê ya di navbera Îran û DYAyê de berdewam dikir, Îsraîl û DYAyê serê sibê êrîşên hevpar birin ser Îranê.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê êrîş daye destpêkirin. Serokê DYAyê Donald Trump jî diyar kir ku wan li dijî Îranê “operasyoneke mezin” daye destpêkirin.

Di çarçoveya êrîşan de paytext Tehran û bajarên wekî Îsfehan, Kerec, Qum, Tebrîz, Bûşehr, Kirmanşah û Îlamê bûn armanc.

Îsraîl û Îranê qadên xwe yên hewayî girtin; li seranserê Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin û dengê sîrenan bilind bû.

Berî êrîşên bersivdayînê yên Îranê, ji bo gelê Îsraîlê bang hatin kirin ku herin stargehan.

 

 

İlginizi Çekebilir

Bölgede gerilim tırmanıyor: Irak ve Kuveyt’ten hava sahası kararı
Mehmet Emin Ekmen: Mesaj başarılı ama yasal düzenlemeler gecikti

Öne Çıkanlar