🔴Serokên partiyên muxalefetê yên di nav Meclîsê de û partiyên dervayî Meclîsê, derbarê êrîşê de daxuyaniyên tund dan.
Êrîşa asmanî ya hemwext a ku ji aliyê DYA’yê û Îsraîlê ve li dijî Îranê hate pêkanîn, ket rojeva siyaseta Tirkiyeyê jî. Serokên partiyên muxalefetê yên di nav Meclîsê de û partiyên dervayî Meclîsê, derbarê êrîşê de daxuyaniyên tund dan.
Lîderên ku di daxuyaniyên xwe de êrîş şermezar kirin, peyama “em li cem gelên Îranê ne” dan. Ji desthilatdariya AK Partiyê re bang hat kirin ku axa Tirkiyeyê ji bo êrîşan bi awayekî rasterast an jî nerasterast ji bikaranînê re bê girtin û her wiha baregehên Kurecik û Încîrlîkê bêne girtin.
DEM Partî: ‘Em li cem gelên Îranê ne’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşê di bernameyeke ku li Kepeza Antalyayê beşdar bû de anî ziman. Bakirhan diyar kir ku li herêmê careke din fitila pevçûn û şerekî hatiye vêxistin û wiha got:
“Em wek DEM Partiyê, ne piştgiriyê didin van êrîşên emperyal ên hegemonîk, ne jî piştgiriyê didin pergala rizî ya heyî ya Îranê ku pergala yekperest û ceberût e û hemû maf, cudahî û rengên li welatê xwe diçilmisîne. Em li cem wan kesên berxwedêr in ku li Îranê dibêjin ‘Ez Kurd im, ez Belûc im, ez Şîe me, ez Sunî me, ez jin im’. Em li cem gelên Îranê ne û dê li cem wan bin.”
Banga 12 xalan a Davutoglu ji bo tedbîrên lezgîn
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu, di parvekirina xwe ya dirêj a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de parast ku ev êrîş rê li ber stratejiya Îsraîlê ya ji bo avakirina serdestiyeke herêmî li Rojhilata Navîn vedike. Davutoglu helwesta hin welatên herêmê wekî “şermezarî” binav kir û 12 xalên ku divê Tirkiye demildest gav bihavêje rêz kirin. Di nav van xalan de daxuyaniya ku “Axa Tirkiyeyê tu carî ji bo êrîşên li ser Îranê nayê bikaranîn, girtina Baregeha Kurecikê û avakirina mekanîzmayên kontrolê ji aliyê TSKyê ve ji bo ku Baregeha Încîrlîkê di tu êrîşê de neyê bikaranîn” derketin pêş.
Babacan: ‘Dibe ku rîskên aborî û pêla koçberiyê gur bibin’
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan bal kişand ser wê yekê ku êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bo îstîkrara herêmî xetereyeke mezin e. Babacan derbarê bandorên gengaz ên krîzê li ser Tirkiyeyê hişyarî da û got: “Gefxwarina li ser rêyên enerjiyê yên li ser Tengava Hurmizê dikare aboriya cîhanê bihejîne, êrîş dikarin pêlên nû yên koçberiyê bidin destpêkirin.” Babacan bi gotinên “Tirkiye, divê hem di zindîkirina kanalên dîplomasiyê de hem jî di girtina tedbîran de li dijî krîzên gengaz çalak û amade be” banga “dîplomasiya çalak” li Enqereyê kir.
Ji Saadet û Partiya Kedê (EMEP) tekezî li ser ‘yekîtiyê’
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arıkan, bang li welatên herêmê kir ku bibin yek û got: “Êrîşa li ser Îranê, di rastiyê de mizgîniya gefa ku dê di pêşerojê de berê xwe bide Tirkiyeyê ye.”
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan jî diyar kir ku hedef ne tenê rejim e, lê lêgerîna azadiyê ya gelê Îranê ye; her wiha anî ziman ku divê li dijî emperyalîzma DYAyê û Îsraîlê têkoşîn were mezin kirin.
TİP û Sol Partî: ‘Baregeh werin girtin’
Di daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) ve hat dayîn de; hat xwestin ku qada asmanî, deryayî û bejayî demildest ji bikaranîna DYA û Îsraîlê re bê girtin û statuya baregehên NATO’yê, di nav de Baregeha 3yemîn a Jetê ya li Konyayê, bê guhertin. Sol Partî (Partiya Çep) jî destnîşan kir ku derketina ji wê tariya ku hewl tê dayîn bi ser Tirkiyeyê de bê rûxandin, tenê bi “rizgarbûna ji emperyalîzmê û maşika wê ya siyonîst” pêkan e.
TKP: Divê ev êrîş bê sekinandin, ev hovîtî bê pûçkirin
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) jî, têkildarî êrîşên DYA û Îsraîlê yên ku Îranê hedef digirin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya bi sernavê “Bimre emperyalîzm, bimre siyonîzm” de hat gotin: “Di vê nuqteya ku em hatine de, divê neyê fikirîn ku welatê me wek baregeha van êrîşan bê bikaranîn. Divê baregehên DYA’yê yên li welatê me di zûtirîn dem de bêne girtin, piştgiriya îstîxbaratî ya ku ji axa me ji DYA û Îsraîlê re tê dayîn divê demildest bê bidofandin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “TKP, li dijî vê êrîşa emperyalîst li cem gelê Îranê ye. Divê ev êrîş bê sekinandin, ev hovîtî bê pûçkirin.”
/Çavkanî: ÎlkeTV/













