Komiserê qereqolê li paş maseya xwe, li ser qoltixê rûniştibû. Bi awayekî ku ji qoltixê hêzê bigire, pişta xwe kîp dabû berpala qoltixê. Di bin simbêlên xwe yên wekî mûyên pisîkan de kevîyên lêvên xwe dahêştibûn jêr. Bi çavên zûrik, bi awirên piçûkdîtî li me dinêrî. Wisa xuya dikir ku di hişê xwe de dianî û dibir; xwest gotineke wisa bike ku bi wê gotinê em sor û mor bibin, devê me bê girtin, rûreş bimînin, bi şerm û poşmanî li dor maseya ku li paş rûniştibû bilewitin, xwe bavêjin bin lingên wî, stûxwar, hezar carî poşmaniya xwe û xeletiya xwe bi hezar lêborînan bînin ziman. Odeya komiserê qereqolê di bêdengiyeke kûr de bû. Polêsê li paş deriyê girtî, polêsê li pîyê rastê yê komiser û polêsê li peşberî nexşeya navçeya me ya ku li dîwarê aliyê rastê me daliqandîbû; rû bi mirûz, li ser pîyan, nîv-amade disekinîn. Ji maseya komiser bi qasî metreyekê dûr, di serî de ez, sê hevalên me yên jin, em heft kes li pêşberî komiserê çavzûrik di rêzê de bûn.
Piştî demeke dirêj komiser kerem kir, bi dengekî hêrsok, tinazokî û fişînî got; “Ulan bu devlet size ne yapmış..!?” (…vê dewletê çi bi we kiriye..!?) Bi gotina xwe qayîl, bi çavên li benda bersivekê, li me hemûyan nêrî. Ji ber vê pirsê kenek hat min, pir nema ku pixînî bi min bikeve, min xwe bi zorê ragirt. Min destê xwe bir ber devê xwe, tiliyên min li poza min ketin, janeke tûj bi poza min girt, çavên min shil bûn. Ew jî qedera min e; ji kîjan alî ve girmik bê, li poza min dikeve.Ya rastî di hundirê van neh-deh saetan de polêsan baş li me dabû. De were bersiva vê pirsa sosret bide: ‘Dewletê çi bi we kiriye?’ Çi nekiriye… Di serî de erdê me dagir kir. Nema; nav û nasname, ziman û çand, dîrok û hebûna me tune hesiband. Bi her amûrî pişaftin, zilm û zordestî ji ser pişta me kêm nekir. Dema ku meriv li dîroka sedsala dawî dinêre; her îtiraz bi dijberî paşguh kir.
Tunekirin, pişaftin, talan û înkarkirina Kurdan; di bin navê şakî, sergerde, eşqiya, rêbir, asî, xayîn û terorîst de pênase kir; bi zalimî êriş bir ser mal û konan, gund, navçe û bajaran. Mirin, kuştin, sirgûn, penaberî, li welatên biyanî xerîbî, di hepsan de helîn, şêlandina mal û milkên keda salan di rondikê çavên dê û bav û law û qîzên Kurdan de da jiyîn.Tenê rêyek da ber me: ‘Xwe înkar bikin, di arşîvên dewletê de mohrkirî, di wê rûreşiyê de bihelin.’ Dewletê te li ser rûyê vê dinyayê, binê lingên dewlet û teşkîlat, malbat û zewat nema maç kir; xeraç û ruşwet dan ku kirinên wan ên li ser Kurd û Kurdistanê ji nedîtî ve bên, guh û deven xwe bigirin. Pêxwas man û birçîbûna gelê xwe, bi tirsa mafê Kurdan ji xwe re nekire xem. Hê jî bêşerm dibêje ‘Dewletê çi bi we kiriye.’ Teqez ew jî dizane çi kiriye, lê ji ber faşîstiya xwe wisa dibêje.
Komiser dît ku ji me kesî bersiva pirsa wî neda; ji xwe bawer, bi keyfeke serkeftî û bişirîneke bextewar a li ser lêvên xwe, demekê wisa ma. Pişt re, awirên xwe ji ser me girtin û li ser dîwarên odeyê, li ser polêsên nîv-amade gerandin. Li ser polêsan bandora gotinên xwe pîva, bi wê kêfxweşiyê di qoltixa xwe de livî, xwe pêş ve da û got:”Evet, biz gelelim konumuza.” (Erê, em bên ser mijara xwe.) “Devletimiz size Nevruz şenlikleri yapma izni verdi. Siz ne yaptınız? Bir takım bölücü terör örgütü paçavralarıyla, bölücü terör örgütü sloganları attınız, attırdınız. Neydi o sloganlar? Dur bakalım, burada yazılı.” (Dewleta me destûra şahiya Newrozê dabû we. We çi kir? Bi paçikên rêxistina terorîstan, sloganên terorîstan avêtin û dan avêtin.
Çi bûn ew slogan? Ka bisekinin, ez lê binêrim. Li vir nivîsî ye.)Dirêjî maseyê bû, kaxiz ji ser maseyê girt û dest bi xwendinê kir: “Bîîjjî kûrdîstan, bîîjjî berğğvvedana kûrd û kûrdîsdan.” Serê xwe ji ser kaxiz rakir, çavên wî li ser me bûn û got: “Bu… bu ne lan şerefsizler!?” (Ev… ev çi ye law bêşerefno!?) Deng ji hevalê me hat, bi dengekî bawermend û herikbar: “Komser bey, Newrozu karşılama ve anlamına uygun kutlamak amacıyla, halkımız milli renkleri ve bayraklarıyla Newroz alanına gelmiştir. Newroz tertip komitesi sözcüsü ve program sunucusu olarak ben, mikrofondan kitleye lütfen…” (Komiser beg, ji bo pêşwazîkirin û pîrozkirina Newrozê li gorî wateya wê, gelê me bi reng û alayên xwe yên neteweyî hatine qada Newrozê. Wekî berdevk û pêşkêşvanê bernameya komîteya amadekar a Newrozê, min di mîkrofonê de ji girseyê re got: ‘Ji kerema xwe sloganên…’) got û dengê xwe bilind kir, bi dengekî şidandî: “… Biiijjîî Kuurrdiisstann, Biiijjîî beeerxweedaanna Kuurrdiisstaann …”
Dengê xwe daxist, vegeriya ser dengê xwe yê berê: “… sloganını söylemeyiniz lütfen, dedim.” (…nebêjin ji kerema xwe, min got.) Got û hevalê me dengê xwe birî. Reng û rûyê komiser zer bû. Devê wî ji hev ma, demeke dirêj bi bîbikên xwe yên nefam li rûyê hevalê me nêrî. Di wê navberê de deriyê meqamê vebû, serek dirêjî hundirê odeyê bû, bi awirên şaşwaz û pirsyar li odeyê gerî û şûn de vekişî. Derî dîsa hate girtin. Ji ber olana sloganê, em kêfxweş bûn, rûyê me geş bû û me di dilê xwe de govend gerand.
Komiserê qereqolê bi lez xwe da hev, matmayîna li ser xwe avêt, ji qoltixa xwe rabû ser piyan û got: “Milli renkler ha, lütfen ha, lütfen ne demek ulan alçaklar!? Terörist sloganı mı atıyorsun devletin karakolunda? Alın, alın bunları, alın götürün, bir güzel ifadelerini alın, savcılığa gönderin.” (Rengên neteweyî ha, ‘ji kerema xwe’ ha? ‘Ji kerema xwe’ çi ye law nemerdno?! Di qereqola dewletê de tu diruşmên terorîstî berz dikî? Bigirin, bigirin van, bibin, têr û baş îfadeyên wan bigirin, bişînin dozgeriyê.) Hemû hêrs û nefreta xwe li dengê xwe barkiribû. Bi fermana komiser, polêsên ku di odeyê de bûn di heman demê de êrîşî me kirin. Di bin lêdan û dijûnên giran de em ji meqamê komiser derxistin.












