Ji Komeleya Jîngehê ya Mûzirî Banga Piştevaniyê ya li Dijî Hilweşîna Ekolojîk

Kurdi

Ji Komeleya Jîngehê ya Mûzirî Banga Piştevaniyê ya li Dijî Hilweşîna Ekolojîk

🔴Komeleya Jîngehê ya Mûzirî bal kişand ser dorpêçkirina Dêrsimê ya bi projeyên bendav, GES, HES û madenan; li dijî talana xwezayê û hilweşîna ekolojîk banga piştevaniya civakî kir.

Nûnertiya Dersîmê ya Komeleya Jîngehê ya Munzurê, têkildarî texrîbatên xwezayê yên ku li seranserê bajêr bi projeyên bendav, Santralên Enerjiya Hîdroelektrîk (HES), Santralên Enerjiya Rojê (GES) û madenan tên meşandin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li nûnertiyê hat dayîn de pankartên “Em ê rê nedin talankirina qadên jiyana me ya li Dersîmê” û “Nêçîrvanî kuştin e, nêçîrvanî bê qedexekirin, dest nede jiyana kovî” hatin hildan. Nûnerê Dersîmê yê Komeleya Jîngehê ya Mûzirî Yusuf Topcu diyar kir ku dixwazin xwezaya Dersîmê bi projeyên madenê tune bikin.

‘Polîtîkaya Bêmirovkirinê’

Endama Komeleya Jîngehê ya Mûzirî Suna Çelik daxuyanî xwend û diyar kir ku sê aliyên Dersîmê bi hinceta hilberîna enerjiyê bi bendav, HES û GES’an di bin avê de mane. Çelik bal kişand ku ev rewş dibe sedema bêhnçikandina erdnîgariyê û got ku ew dibin şahidê piçûkbûna sewalkarî û hilberîna çandiniyê. Suna Çelik anî ziman ku di salên 90’î de polîtîkayên ku bi 8 projeyên HES’ê bi temamî bêmirovkirina Dersîmê armanc dikirin hatine rojevê.

Çelik bi bîr xist ku di encama têkoşîna saziyên demokratîk û berxwedana gel de rê li ber binavbûna Geliyê Mûzirî û Pulemoriyê hatiye girtin û wiha got:

“Di sala 2011’an de bi bendavên zincîre yên li ser Ava Pêrê hatin avakirin, erdên çandiniyê yên bi bereket ên li navçeyên me Mêzgir û Qislê û navçeya Dep a Xarpêtê cardin di bin avê de man. Erdên taybet ên gundiyan bi destê kadastroyê wekî malê xezîneyê hatin nîşandan û bi zorê desteser kirin. Di vê pêvajoyê de gundiyan berxwedaneke mezin nîşan da; gelek endamên komeleya me hatin darizandin, cezayê girtîgehê li wan hat birîn û hîn jî endamên me yên tên darizandin hene. Polîtîkaya bêmirovkirina Dersîmê ya bi hinceta enerjiyê, tenê bi bendavan bi sînor nîne.”

‘Bi Rêziknameyên Nû Rê li Ber Talana Xwezayê Dê Bê Vekirin’

Suna Çelik destnîşan kir ku Dersîm îro bi êrîşeke nû re rû bi rû ye û hişyarî da ku bi projeyên li taxên Zêvêrek, Qeceran, Dêrelî, Avzenî, Kanîsark ên Pertagê û gundê Kardelen ê Xozatê têne plankirin, sewalkarî, mêşvanyarî û çandinî dê bigihîje xala tunebûnê. Çelik wiha berdewam kir:

“Xetere ne tenê bi vê sînordar e. Guhertinên qanûnî yên derbarê parkên neteweyî de ku li Meclisê tên nîqaşkirin, rêziknameyên ku statuyên parastinê qels dikin di nav xwe de dihewîne. Parka Neteweyî ya Geliyê Mûzirî ku yek ji parkên neteweyî yên herî pêşîn û mezin ên Tirkiyeyê ye, bi van rêziknameyan dixwazin ji projeyên sermayeyê re hîn zêdetir were vekirin. Vekirina qadên parastî ji bo avakirin û projeyên enerjiyê; tê wê wateyê ku parkên neteweyî, qadên şil û qadên pêşxistina jiyana kovî êdî ne di bin ewlehiyê de ne.”

Çelik bal kişand ku ev rêzikname dê li Dersîmê û li seranserê welat rê li ber talana xwezayê hîn bêtir veke û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Ev talan ne tenê li Dersîmê; ji Çiyayên Qazê heta Geliyê Çatê, ji Diyadînê heta Kirazlidereyê li çar aliyê welat berdewam dike. Pêdiviya Dersîmê bi enerjiyê nîne. Şîrket ji bo pereyan qadên jiyana me talan dikin. Bi salan e bi raporên ‘erênî’ Dersîm ji aliyê aborî, dîrokî, bawerî û çandî ve hatiye perçekirin. Ev erdnîgariya ku bi bendavan di bin avê de maye, niha jî bi projeyên GES, qadên madenê û guhertinên qanûnî re bi zirarên ku nayên vegerandin re rû bi rû ye. Em ê li dijî van şîrketan û kesên van polîtîkayan dipejirînin birêxistin bibin û tevî saziyên demokratîk ên Dersîmê tê bikoşin.”

/Çavkanî: MA/

İlginizi Çekebilir

İran’ın yeni lider kadrosu belli oldu
Serokê nû yê Îranê: Ayetullah Alî Riza Arîfî

Öne Çıkanlar