🔴Li bajarê Wanê, zaroka 13 salî ya bi navê Besra Gulmez, ji duh êvarê ve winda ye û malbata wê tu agahî jê nagire.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Jinan a Star a Wanê ve hatî belavkirin, Besra Gulmez duh êvarê li derdora saet 19:00’an de ji bo biçe marketê ji mala xwe derketiye. Piştî derketina ji malê, Besra careke din venegeriye û hemû peywendiyên bi wê re qut bûne.
Malbat û Komeleya Jinan a Star bang li raya giştî kirin ku her kesê agahiyekê li ser Besrayê dizane an jî wê dibîne, agahiyê bide saziyên peywendîdar an jî malbata wê.
Heta niha xebatên lêgerînê berdewam dikin, lê tu şopek ji Besra Gulmez nehatiye dîtin.
/Çavkanî: İlke TV/












