🔴AMED – Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, jinên li Amedê bi dirûşma “Jinên Azad” ji bo balê bikşînin ser mafên jinan û azadiyê, bi bisikletan meşiyan.
Jinan li ber avahiya Eğitim-Sen a Şaxê 2’an kom bûn û amadekariyên xwe temam kirin. Piştî daxuyaniyeke kurt, koma jinan bi bisikletên xwe ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi pedalzivirandinê kirin.

Di dema meşê de jinan bal kişandin ser girîngiya piştgirî û têkoşîna jinan. Çalakiya ku di bin çavdêriya girîng a jinan de pêk hat, bi rengên 8’ê Adarê û dirûşmên jinan ve hat xemlandin. Jinên ku gihiştin Parka Koşuyoluyê, diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî her cûre tundî û bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin.
Çalakî li Parka Koşuyoluyê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
/Nûpel/











