Li Wanê Malbatên MEBYA-DER û TÛHAY-DER’ê li Ser Sifreya Fitarê Hatin Cem Hev
🔴WAN – Komeleyên MEBYA-DER û TÛHAY-DER li Wanê, di çarçoveya bernameyên meha Remezanê de fitariyek li dar xistin. Di bernameyê de peyamên li ser aştî û demokrasiyê derketin pêş.
Bername li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk hat. Di fitariyê de li gel malbatên endamên komeleyê, siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî amade bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo “cangoriyên demokrasiyê” dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, di navbera malbat û mêvanan de nîqaşên li ser rojevê hatin kirin. Di nîqaşan de bi taybetî bal hat kişandin ser:
• Geşedanên dawî yên siyasî yên li herêmê.
• Pêvajoya avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk”.
Piştî axaftin û nîqaşan, beşdar bi hev re rûniştin ser sifreya fitariyê. Bername piştî fitariyê bi dawî bû.
/Çavkanî: Ajansa Welat/












