Serokê Amedsporê Nahit Eren: “Demsala Bê Em Di Super Lîgê de ne”

Kurdi

🔴AMED-Di dema ku Amedspor di Lîga 1’emîn a Trendyolê de têkoşîna şampiyoniyê dide, dûrketina ji serkêşiyê (lideriyê) piştî encamên hefteyên dawî di nav camiayê de bû sedema xemgîniyê. Li ser vê yekê, Serokê Klûbê Nahit Eren daxuyaniyên girîng û baldar da.

Eren got: “Amedspor dê demsala bê di Super Lîgê de be.”

Eren destnîşan kir ku ji roja ku hatine ser wezifeyê heta niha qadeke girîng derbas kirine û banga yekitî û bihevrebûnê li camiayê kir.

Serok Eren di daxuyaniya xwe de wiha axivî:

“Dema em di 18’ê Cotmehê de hatin ser wezifeyê, Amedspora me piştî maça Keçiörengücü bi 4 puanan li pey lîder de bû û di rêza 6’emîn de bû. Bi piştgiriyeke mezin me nîvê yekem ê lîgê di lîdertiyê de girt. Ez rexne û bertekên mafdar ên ji ber puanên di lîdertiyê de hatine windakirin fêm dikim. Lê belê, me berê bi piştgiriyê bi ser xist, em ê dîsa bi ser bikevin. Amedspor dê demsala bê di Super Lîgê de be.”

Ev gotinên Serok Eren di nav camiaya kesk û sor de bû çavkaniya moral û motîvasyonê; çav û guh li maça vê hefteyê ya ligel Seriksporê hatin zivirandin.

/Çavkanî: Tîgrîs Haber/

İlginizi Çekebilir

Husilerin lideri el-Husi’den İsrail ve Amerika’ya karşı ‘direniş’ çağrısı
CENTCOM: Devrim Muhafızları’nın bir karargahı yok

Öne Çıkanlar