AMED – Li salona konferansê ya Odeya Bazirganiyê ya Amedê konferansa Yekitiya Jinên Kurd birêve diçe. Konferans bi şiyara “Bi pêşengî û yekitiya jinên Kurd, ber bi avakirina yekitiya neteweyî ve” hat lidarxistin. Di konferansê de parlamenterên DEM Partiyê, aktivîstên TJAyê, Dayikên Aşitiyê amade bûn. Di yekitiya jinan de qelsî heye Hevberdevka Însiyatifa Platforma Yekitî û Demokrasiyê di konferansê de axivî û got:
“Di yekitiya jinên Kurd de hîna qelsî heye. Ji bo ji Rojhilat heta Rojava, jin beşdarî vê yekitiyê bibin hewlên me hene. Eger yekitiyeke me ya bihêz heba, dê ewqas êriş li ser me pêknehatiba. Birêz Ocelan di peyama xwe ya 27ê Sibatê de banga yekitî û demokrasiyê kir. Ev hêz û kelecaniyek bi çar parçe Kurdistanê re çêkir.”
Leyla Guven, Zeynep Karaman û Ayşe Gokanên di girtîgeha Xarpêtê ya Sergirtî ya Jinan de têne girtin ji bo konferansê name şandin. Jinên girtî xebatên konferansê slav kirin û ji bo yekitiya ku ava bûyr jinan pîroz kirin. Di nameyê de bal kişandin ser qeyrana li cîhanê û Rojhilata navîn didome û wiha berdewam dike “Ev qeyran li ser nasnameya Kurd xetere û derfetên mezin jî ava dike.
Modernîteya kampîtalîst aliyek weke Kurd û aliyek jî weke jin dixwazin me tine bikin. Dixwazin ni teslimyetê azadiyê bitepisînin.”
Konferans bi axaftin û şîroveyên jinan berdewam dike.











