🔴Di ser ragihandina ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de salek derbas bû. Ocalan, bi boneya salvegera yekemîn a 27’ê Sibatê bi daxuyaniyeke nû diyar kiribû ku di pêvajoyê de êdî derbasî qonaxeke nû bûne û di pêvajoya piştî vê de bi derxistina ‘Yasayên Entegrasyona Demokratîk’ dê derbasî qonaxa avakirina pozîtîf a aştiyê bibin.
Me bi aktîvîsta TJA’yê û siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak re derbarê qonaxa ku di salvegera yekemîn a ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya 27’ê Sibatê de hatiye bidestxistin, axivî. Kişanak, têkildarî xurtkirina siyaseta demokratîk, avakirina aştiya civakî û têkoşîna azadiya jinê nirxandinên girîng kirin. Kişanak destnîşan kir ku siyaseta demokratîk nikare li ser daxwaza îktîdarê bê hiştin û bal kişand ser hewcedariya metneke çarçoveyê ya ku hem nexşerêyek be û hem jî gavên dualî yên aliyan bixwaze.
“SIYASETA DEMOKRATÎK QADA ME YE, EM NIKARIN JI ÎNÎSİYATÎFA DEWLETÊ RE BIHÊLIN”
Kişanak di axaftina xwe de cih da van îfadeyan:
“Bi rastî ev metneke çarçoveyê ye ku hem nexşerêyekê û hem jî gavên ku alî bavêjin dihewîne. Her duyan bi hev re dihewîne. Ji ber ku nexşerê ji vê aliyê ve girîng e: Siyaseta demokratîk mijareke ku nabe li ser însafa îktîdarê bê hiştin. Mijareke ku me eleqedar dike ye. Berpirsiyariya me ye ku em qada siyaseta demokratîk berfireh bikin, siyaseta demokratîk bi hêztir ava bikin, pêvajoyek ku civakê bi tevahî bixe tevgerê, civakê bike kirde û vîna civakê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe derxe holê, bimeşînin. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku ev nexşerêyek e ji bo siyaseta demokratîk ku berpirsiyarî û erkên xwe fêm bike û xebatên ku van pêk bînin bi rêxistin bike. Lê di heman demê de em dikarin bibêjin metneke çarçoveyê ye ku gavên dualî yên aliyan daxwaz dike. Ji ber ku ji bo ku ev qonaxa duyemîn a em dibêjin û siyaseta demokratîk bi awayekî bi hêz pêk were, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û hinek gavên demokratîkbûnê bên avêtin.”
Kişanak diyar kir ku ev pêvajo ne tenê ya îktîdarê, berpirsiyariya hemû partiyên di meclîsê de ye û wiha domand:
“Ev jî berpirsiyariya dewletê ye, berpirsiyariya parlementoyê ye, berpirsiyariya hemû partiyên siyasî yên beşdarî xebatên wê parlementoyê dibin e. Ne tenê ya îktîdarê, di heman demê de mualefet jî beşdarî xebatên komîsyonên vê parlementoyê bû. Tevî kêmasî, xeletî û pênaseyên şaş jî, raporek ku avêtina hinek gavan di vê mijarê de pêşbînî dike derket holê.”
“PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK HEMÛ GELAN ELEQEDAR DIKE”
Kişanak bal kişand ku divê li ser bingeha pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ gav bi lez bên avêtin û got, “Gelê Kurd ev demeke dirêj e tê krîmînalîzekirin, li derveyî hiquqê hat hiştin û ji ber vê yekê kanalên siyaseta demokratîk naxebitin. Niha hewcedarî bi sererastkirineke qanûnî heye ku bi milyonan mirovî eleqedar dike.”
Kişanak bang kir ku ji bo çek ji dewrê derkevin, siyasetmedarên di girtîgehan de bên berdan û kesên li derveyî welat bikaribin vegerin, qanûneke berfireh bê derxistin. Her wiha destnîşan kir ku mijarên mîna nesepandina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û tayînkirina qeyûman jî divê bi lezgînî bêne çareserkirin:
“Îro heke bê xwestin, bêyî ku hewcedarî bi qanûneke nû hebe, biryarên AYM’ê jixwe girêder in, ev têne sepandin. Ji ber vê yekê binpêkirinên mezin ên mafan hene. Mexdûriyetên mezin hene. Hevalên me yên di girtîgehan de hene. Hevalên me yên ku bi neheqî di girtîgehê de têne girtin hene. Berdana van dikare di zûtirîn dem de pêk were.”
Kişanak bal kişand ser sepanên qeyûman jî û got:
“Sepanên qeyûman jixwe li dijî Destûra Bingehîn in, mijareke îdarî ye. Bi biryara Wezareta Karên Hundir dibe. Heke Wezareta Karên Hundir van biryaran nede, qeyûm nabe. Niha her tim li ser îadekirina peywirê tê axaftin. Bi rastî rewş ev e: Jixwe rayeya Wezareta Karên Hundir nîne ku şaredaran bi temamî ji peywirê bigire. Tenê ji bo demeke kurt, ji bo du mehan dikare biryara dûrxistina ji peywirê bide. Heke ev biryar neyê dirêjkirin, gava dema hevalên me qediya, ew ê bixweber vegerin ser peywira xwe.”
“PÊVAJOYA NÛ DÊ BI PÊŞENGIYA JINAN BÊ AVAKIRIN”
Kişanak bal kişand ser girêdana di navbera têkoşîna azadiyê ya jinan û nîzama civaka demokratîk de. Kışanak destnîşan kir ku azadiya jinê tenê di nava avahiyeke civakî ya demokratîk de pêkan e û wiha berdewam kir:
“Têkoşîna azadiyê ya jinan tenê di nîzameke civaka demokratîk de dikare pêk were. Ji ber ku jin di nava vê avahiya civakî de ne. Ji ber wê yekê, avakirina aştiya civakî û sazkirina nîzama civaka demokratîk, ji bo jinan bi pêkanîna îdiayên azadiyê re wekhev e. Ji ber vê yekê têkoşîna Tevgera Jinên Kurd têkoşîneke wiha ye ku hem azadiya jinê, hem azadiya civakî û hem jî aştiyê dihewîne. Bi boneya vê 8’ê Adarê jî, jin dê li qadan vê daxwaza xwe, hem daxwaza aştiyê, hem daxwaza azadiyê û hem jî daxwaza avakirina civaka demokratîk bi dengê herî bilind bînin ziman.”
Kişanak destnîşan kir ku jin ne tenê daxwazker in, di heman demê de kirdeyên aktîf in ku paşeroja demokratîk ava dikin û peyama xwe ya 8’ê Adarê bi van gotinan bi dawî kir:
“Em bi wê zanabûn û ferqê ku azadiya me û azadiya civakî çiqasî di nav hev de ne, pêşengiya vê têkoşînê dikin. Ez bi vê boneyê, 8’ê Adarê li hemû jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, yên ku têkoşîna azadiya jinê bi têkoşîna aştî û azadiya civakî re digihînin hev û îdiaya avakirina paşeroja demokratîk derdixin holê, pîroz dikim û di têkoşîna me de serkeftinê dixwazim.”
/Çavkanî: PÎRHA/












