Jin di çalakiyên 8’ê Adarê de hatin cem hev

Kurdi

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ku di çarçoveya çalakî û bernameyên 8’ê Adarê de hatin cem hev, peyam dan ku ew ê ji bo bibin mijarên (aktîvên) her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran çalakî û bername berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeyên Sîwêreg û Sirûc/Pirsûsê yên Rihayê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinan re hat cem hev. Aktîvîstên TJA’yê li gundê Kuleka yê navçeya Sîwêregê bi jinan re civiyan û guhdariya daxwazên wan kirin. Di civînê de girîngiya têkoşîna jinê hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku divê di her qada jiyanê de nasnameya jinê were afirandin.

TJA’yê her wiha li navenda navçeya Pirsûsê jî hevdîtinek pêk anî û guhdariya jinan kir. Li vir aktîvîsta TJA’yê Sema Aişeoglû axaftineke kurt kir û diyar kir ku jiyaneke kolewarî li jinan tê ferzkirin. Aişeoglû destnîşan kir ku jin hemû karên jiyanî dikin û got ku jin dê bibin kirde û xwediyê jiyana xwe.

WAN

Kovara Jineolojî, li Wanê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li ŞanoWanê nîşandana fîlmê bi navê “Jinwar” li dar xist. Li cihê nîşandana fîlmê, wêneyên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel a ku li Herêma Kurdistanê hatibû qetilkirin, hatin daliqandin. Gelek jin beşdarî nîşandana fîlm bûn.

Endama Kovara Jineolojiyê Neslîhan Akdag wiha got: “Ji ber hefteya 8’ê Adarê, em wek jineolojî îro fîlmê ‘Jinwar’ temaşe dikin. ‘Jinwar’ li Rojava hat çêkirin. Wekî ku her kes dizane, beriya çend mehan dîsa êrîş li ser Rojava pêk hatin. Dîsa jin û destkeftiyên jinan bûn hedef. Em jî li vir li ber bîranîna hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî serê xwe ditewînin û em vê nîşandana fîlm diyarî wan dikin.”

Bername piştî nîşandana fîlm bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

İlginizi Çekebilir

Zamir: İsrail’in savunma stratejisi tüm Ortadoğu’yu kapsayacak şekilde güncellendi
Orta Doğu’da savaş: Katar tüm futbol maçlarını erteledi

Öne Çıkanlar