Hesabê X yê fermî yê Nûpelê li Tirkiyeyê hat astengkirin

Kurdi

🔴Tirkiye û X bi hevkariyê rê li ber rojnamegeriyê digirin û mafê agahdarkirina gel xesp dikin; hesabê X yê Nûpelê ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê hat girtin.

Di demên dawî de, bi daxwaza Tirkiyeyê, hesabên X yên bi sedan rojnameger û saziyên medyayê li Tirkiyeyê ji bo gihandinê tên girtin.

Balkêş e ku piraniya hesabên hatine astengkirin, malperên nûçeyan, ajans û rojnameyên ku li ser pirsgirêka Kurd weşanê dikin in. Her wiha wekî pêdiviya polîtîkaya dewletê, hesabên gelek rojnameger, akademîsyen û aktîvîstên Kurd jî tên astengkirin.

Herî dawî hesabê fermî yê X yê Nûpelê jî li Tirkiyeyê ji gihandinê re hat girtin.

Di daxwaza ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve hatî kirin de, “Ewlehiya Neteweyî” wekî hincet hat nîşandan.

Azadiya çapemeniyê ne ‘Pirsgirêka Neteweyî’ ye

Nêrîna Tirkiyeyê ya ku rojnamegeriyê wekî “pirsgirêka ewlehiya neteweyî” dibîne, êrîşeke neheq, bêbingeh û bêdelîl e li ser azadiya çapemeniyê.

Dewleta Tirk ji bo binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û xespkirina azadiyan, her carê hinceta ‘ewlehiyê’ derdixe pêş û bi vî rengî dixwaze karakterê xwe yê sansurker û zordar veşêre; lê belê “gundê xuya rê naxwaze”.

Wekî Nûpel, em ê li dijî vê biryara antî-demokratîk a dewleta Tirk ku mafê agahdarkirina gel xesp dike û li dijî vê tarîtiya tê sepandin, îtîrazên xwe bikin.

Em bang li xwendevanên xwe û rêxistinên çapemeniyê dikin ku li dijî vê sansura ku her diçe zêde dibe, bibin dengekî hevpar û bi Nûpelê re di nava piştgiriyê de bin.

Em Elon Musk jî, ku azadiya çapemeniyê tune dihesibîne û daxwazên sansurê yên hikûmetan hema bêje bi awayekî bêserûber bi cih tîne, bi tundî şermezar dikin.

 

Ji bo ku xwendevanên me yên li Tirkiyeyê bikaribin bi rêya X’ê bigihîjin weşanên Nûpelê, em wan vedixwînin ku hesabê @nupeltv ê ku me îro vekiriye bişopînin, piştgirî bidinê û bidin naskirin…

Em ê nûçegihaniya rastgo, serbixwe, pir-dengî û objektîf bidomînin; em ê li pey azadî û mafên bingehîn ên mirovan bin…

İlginizi Çekebilir

Rojhılat’ta Devrim Muhafızları, İttilaat ve sınır karakolları ağır bombardıman altında
Tanju Özcan yolsuzluk suçundan tutuklandı

Öne Çıkanlar