🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa DY (DYA) û Îsraîlê ya li ser dibistaneke li Îranê da. Araqchî wêneyên gorên ku ji bo 160 xwendekarên hatine qetilkirin hatine amadekirin, bi raya giştî re parve kirin.
‘Laşên wan parçe parçe bûn’
Arakçî li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên goristana nû nîşan da û di peyama xwe de bal kişand ser hovîtiya êrîşê. Arakçî wiha got:
“Ev gorên ku hatine kolan, ji bo zêdetirî 160 keçên ciwan û bêgunah in ku di encama bombebarkirina dibistaneke seretayî ji aliyê DY û Îsraîlê ve hatine kuştin. Laşên wan parçe parçe bûn. ‘Rizgariya’ ku Trump soz dabû, di rastiyê de bi vî rengî xuya dike. Ji Gazeyê heta Mînabê, mirovên bêgunah bi sarbûn têne qetilkirin.”
Di êrîşa Mînabê de 160 zarok hatin qetilkirin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 28’ê Sibatê de, di çarçoveya êrîşên pêşîn ên DY û Îsraîlê yên li dijî Îranê de, dibistanek li bajarê Mînabê ku dikeve başûrê Îranê, bi fuzeyan hatibû lêdan. Di vê êrîşa hovane de zêdetirî 160 zarokî jiyana xwe ji dest dabûn û ev bûyer di qada navneteweyî de bû sedema bertekên mezin.








