Netanyahu: Şerê li Dijî Îranê Wê Bi Salan Nedome

Kurdi

🔴Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew li bendê ne şerê li dijî Îranê “bi salan” bidome û destnîşan kir ku armanca wan encameke lezgeş û biryardar e.

Piştî ku Îsraîlê êrîşî armancên Hizbullahê yên li Libnanê kir û Îranê jî berê xwe da welatên Kendavê yên ku mazuvantiya baregehên DYA’yê dikin, rageşiya li herêmê veguherî şerekî berfireh. Tevî ku Serokê DYA’yê Donald Trump di destpêkê de texmin dikir ku şer dê 4-5 hefteyan bidome, niha hewl dide hincetên şerekî berfireh û bêsînor li dijî Îranê nîşan bide.

‘Ev Ne Şerekî Bêdawî Ye’

Netanyahu, roja Duşemê beşdarî bernameya “Hannity” ya li ser kanala Fox Newsê bû û nêrînên ku dibêjin ev şer wekî şerên berê yên herêmê dê bi salan bikişîne, red kir. Netanyahu got:

“Min got ku ev şer dikare lezgeş û biryardar be. Dibe ku hinek wext bigire, lê dê bi salan nêajone. Ev ne şerekî bêdawî ye.”

Di Roja Çarem de Êrîş û Teqîn

Şer di roja xwe ya çarem de li seranserê herêmê dijwar dibe:

Tel Avîv: Ji ber sîstemên parastina hewayî yên ku fuzeyên Îranê asteng dikin, li bajarê Tel Avîvê di gelek avahiyan de teqînên mezin pêk hatin.

Tahran: Artêşa Îsraîlê li paytexta Îranê Tahranê, derdora kompleksa televîzyona fermî ya Îranê (IRIB) kir hedef.

Libnan: Êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarokên Libnanê yên li dijî milîtanên Hizbullahê berdewam dikin.

/Çavkanî: Reuters/

İlginizi Çekebilir

Arakçi ve Muttaki’den kritik temas
İsrail’den Tahran ve Beyrut’a Eş Zamanlı Hava Saldırısı

Öne Çıkanlar