🔴Sabê (Sabe Çelik), keseke wisa bû ku li Dersîmê ji dayik bibû û di nava sed salên dawîn de li herêmê bûbû şahida gelek bûyeran. Min ew di sala 2017’an de nas kir û heta roja wefata wê, min nêzî 45 caran hevdîtin bi re pêkanîn û 40 tomar girtin. Her çend heman parêzgeh û heman çand be jî; ji ber sedemên wekî navlêkirinên herêmî yên taybet, cudahiya şêwezarê zimên û her wiha ji ber paşexistinên min ên şexsî, derketina holê ya “Cîhana Sabê” bi her du zimanan, yanî bi Kirmanckî (Zazakî) û Tirkî, di nav 9 salan de pêkan bû.
Sabê, yek ji mirovên nifşê dawî yê serdemekê bû ku mezinan jê re digot “Dema Kirmanciye”. Cîhana wê, ji Dersîma îro gelekî cuda bû; hîn dibistan û pirtûk neketibûn nav wê cîhanê, siyaset û pere lê tune bû, bawerî û ziman neguherîbûn, ax û her zindiyekî li ser axê pîroz dihatin dîtin û hîn koçberiyên girseyî çênebûbûn.
Gotin û vegotinên Sabê û ew cîhana wê, her çiqas ji bo mirovên îro hêsan, ji rêzê, wek çîrokan, zarokane an jî fantastîk xuya bikin jî, bi rastî şîrovekirina jiyanê ya mirovên wê serdemê bûn. Di vî warî de, ez bawer dikim ku ev vegotin ji bo ronîkirina serdemekê û nîşandana nêrîna mirovên wê demê ya li ser jiyanê, xwedî daneyên pir girîng in.
Gotinên Sabê bûne xebatek wisa ku Dersîma ku em piranî bi şer û bîranînên dramatîk nas dikin, bi hemû aliyên wê yên din ve pêşkêşî me dike.
Bi taybetî, vegotinên li ser mîtolojiya afirandinê yên ku bi referansa Sey Rîza radigihîne, rê dide me ku em bibin şahidê hêza xeyalê û dîtina wan a ku ji bo bûyer û diyardeyan çareserî an şîroveyên xweser tînin. Em di vê xebatê de şahidî li şîroveya Dersîmê ya çîrokên gerdûnî yên wekî afirandina cîhanê, serdemên hişkayiyê û Tofana Nûh dikin. Digel vê yekê, ez bawer dikim ku çîrokên afirandina ajalan bi rêjeyeke mezin taybetî ne ji bo herêmê û li gorî hêza xeyalê hatine teşekirin. Bêguman referansên wan ên sereke jî nakokiya başî-xerabî an jî sewab-guneh e.
“Dema ku min Sabê nû nas kiribû, min bi giranî li ser berhevkirina çîrokan xebat dikir. Di dema hevpeyvînekê de min ferq kir ku meseleyeke ku wê qala mitaleya wê kiribû, çend meh şûnda wekî çîrok vedigot. Min qet jê re negot û destwerdan nekir. Hin pirsgirêkên ku wê behsa wan kiribûn, piştî ku dem derbas bû, wê wekî çîrok vegotina wan domand. Her çend min di pirtûka ku bi navê “Dersim Masalları” (Çîrokên Dersîmê) hat weşandin de cih neda van vegotinan jî, min bêguman cih da ‘Çîrokên Sabê’ yên ku min ji çavkaniyên din bi şîroveyên cuda guhdar kiribûn û çend ji wan di vê pirtûkê de jî hene.
Bi kurtasî bibêjim; ev diyardeya ku ez pê re rûbirû mam, di rastiyê de nîşaneya wê yekê bû ku çîrok çawa diderkevin holê. Bûyerek diqewime û paşê ev bûyer bi vegotinê belav dibe; ji dem û mekanê qut dibe û di nav herikîna demeke bêsînor de vediguhere çîrokê. Jixwe ew bixwe jî bi vê yekê dizanibû û çend caran ji min re behs kiribû ku kuştina Bava yê kurê Sey Rîza û darvekirina wî ya tevî kurê wî yê din, êdî wekî çîrokan tê vegotin. Ez pê bawer im ku pirtûk ji vî alî ve dikare bibe çavkaniyeke girîng.”
Hûn ê di vê pirtûkê de rastî vegotinên Sabê yên ku di bin 227 sernavên cuda de hatine veguhestin werin. Min cih da dubarekirina vegotinên di hin mijaran de jî, da ku cudahiyên di navbera vegotinan de werin dîtin. Ji ber ku wê wateya xwe winda bikira, min stran bi zanebûn wernegerandin. Beşek ji vegotinên pir kesane jî min ji xebatê derxistin.
Di pirtûka Sabê de; hûn ê karibin di ser dehan mijarên cuda de vegotinan bixwînin, ji mîtolojiya afirandinê bigire heta çîrokan, ji gotinên stranan heta rîtuelên olî, ji bihîstiyên wê yên li ser bûyerên mezin heta gelek hûrguliyên kesane yên di jiyana wê de, ji xewnên wê heta paşgotiniyên cîranan, ji rêbazên dermankirina xwezayî heta çîrokeke talanê, ji cînayetê heta rîtuelên jidayikbûnê.
Sabê mirova serdemekê bû, serdemek vegot û ji nav me bar kir. Cîhana wê cîhanek wisa bû ku li ser erdnîgariya ku îro wekî çiya û kevirên ziwa maye, her çiya û kevirek pîroz dihat dîtin û jiyan lê dihat çandin. Min jî ev çîroka ku ji Sabê guhdar kiribû, ji bo ku karibim ragihînim siberojê, rûnişt û nivîsî. Ez helbet nizanim ka ez çi qas serketî bûm, an jî dema mirov van vegotinan bixwînin wê çi hîn bibin û çi bi dest bixin. Ez dixwazim vê yekê bibêjim: “Li vê goşeya çiyayî ya cîhana guherbar, komek mirovên ku xwe wekî ‘Kırmanç’ pênase dikirin jiyan, û xeyal, tengavî, derd, şer, evîn, stran û baweriyên wan bi vî rengî bûn.” Ji bilî vê, mijarek ku ez pir girîngiyê didimê nîn e.
Di pêvajoya nivîsandinê de min navê pirtûkê wekî “Dinyaya Sabê” danîbû û min bi wî rengî dabû naskirin; lê belê di qonaxa dawî de min biryar da ku bi navê “Sabê” çap bikim.
Ji bo çapa wê ya bi kurdî (kirmanckî/zazakî), ji ber ku min ji bo lêçûnên çapemeniyê sponsor dît, min şand çapxaneyê. Ez wiha difikirim ku dê di dawiya meha adarê de bigihîje destê min.
Ji bo çapa tirkî jî min dixwest ku weşanxaneyeke baş çap bike da ku bigihîje girêdayeke berfirehtir a xwendevanan. Nexwe, ev xebata ku her çend ne tam-demî be jî 9 salên min birine, ji aliyê aborî ve wê para % 7-8 a ku weşanxane dê li ser bihayê diyarkirî bidin min, lêçûnên berhevkirin û nivîsandina wê jî dernexistibû. Bi armanca ku bigihîje girêdayên mezin, me pirtûk ji sê weşanxaneyên naskirî re şand, lê mixabin vegerên wan neyînî bûn.
“Ji aliyê kesane ve, çapkirin û belavkirina bi serê xwe du aliyên neyînî bi xwe re tîne. Ya yekem lêçûna çapkirinê ye; nêzî ji sedî deh hinek hevalan piştgirî dan. Ya duyem jî mîsyona danasîn û belavkirinê ye. Her çend dahata wê ya aborî li gorî firotina weşanxaneyan zêdetir be jî, xebatekî pir giran dixwaze. Di demekê de ku li benda min nêzî 400 hevpeyvînên baş an xerab hene ku bên nivîsandin, ez naxwazim wextê xwe bi firotinê re derbas bikim ku ew ê pir wext bigire. (Jixwe ji ber ku pirtûkên bi Kirmanckî kêm tên firotin, weşanxane jî bê pere çap nakin; firotina bi destan jî wextê mirov zêde nagire.)
Hîn biryar nedaye ka ez ê piştî vê pêvajoyê çi bikim. Ez agahiya kurt a derbarê naveroka pirtûkê û beşek ji hin parçeyên pirtûkê parve dikim. Heke weşanxaneyeke baş derkeve û bibêje, ‘Em vê pirtûkê çap dikin, didin nasîn, belav dikin û te jî naxebitînin’, bila xeberê bide min.”
“Wekî nîşeya dawî divê ez vê lê zêde bikim; berî bi salan gava min biryara vegera li ser vê axê da, min gotibû ez ê bi hemû nirxên wê ve qebûl bikim û werim lê bijîm. Tiştên ku min berhev kirine û dane hev jî nirx, çand û jiyana gelê min e ku ez xwe jê dibînim. Dibe ku ev çîrok û berhevok ji bo xwendevanan, weşangeran an jî şirovekarên medyaya civakî yên ku şiroveyên bêserûber dikin asayî û sade werin dîtin; lê belê hemû nirxên ku li ser vê axê hatine afirandin ji bo min pir girîng in. Ji ber wê yekê, her çend neyên xwendin û weşandin jî, wekî deynê ser milê min e ku ez wan agahiyên ji kamilên Dersîmê girtine bi şêweyekî berbiçav veguherînim siberojê.”
/Caner Canerik/ Werger: Mordem Zel









