Kela Şemrexê bû qada coşa 8’ê Adarê: Jin li hev civiyan

Kurdi

🔴MÊRDÎN – Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Şemrexê, bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Kela Şemrexê ya li navenda navçeyê çalakiyek li dar xist.

Li Mêrdînê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Şemrexê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi helkefta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameyek li dar xist. Di çalakiya ku bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hate lidarxistin de, gelek jin beşdar bûn.

Rengên Jinan û Dengê Erbaneyan

Jinên ku kincên xwe yên herêmî li xwe kiribûn, bi pankarteke spî ku li ser “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin. Jin Jiyan Azadî” nivîsandî bû û bi awazên Koma Erbaneyê ya Jinan a Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê derbasî qadê bûn.

Koma erbaneyê bi muzîka xwe reng da çalakiyê û li qada bernameyê, xebateke hunerî ya ji teşiya jinan ku bi rengên cuda hatibû amadekirin, bi zinarekî ve hate daliqandin. Ev xebata ku sembola keda jinê û piştevaniyê ye, ji aliyê beşdaran ve bi baldarî hate pêşwazîkirin. Piştre jinan bi erbane û tîlîliyan pîrozbahî kirin.

“Em bi Ruhê Newrozê Pîroz Dikim”

Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk di bernameyê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku ew 8’ê Adarê bi ruhê Newrozê pîroz dikin. Uçuk destnîşan kir ku têkoşîna jinê dê di her şert û mercî de berdewam bike û axaftina xwe bi dirûşma çalakiyê bi dawî kir.

Piştî axaftinan, jinan meşaleyên di destên xwe de vêxistin û bi tîlîliyan dest bi govendê kirin. Jinan bi stranên Koma Erbaneyê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê coşa 8’ê Adarê bi dilxweşî jiyan. Çalakî bi girtina govendê bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

İlginizi Çekebilir

Ölü bulunan Fatma Nur Çelik ile 8 yaşındaki kızı için bakanlıktan açıklama: Anne bize olumlu yanıt vermedi
Diyarbakır Büyükşehir Belediyesinden uyarı: Bizden kimse iş dünyasını aramadı

Öne Çıkanlar