WAN – Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VANTSO) Necdat Takva: ‘’Deriyên sînor ên Îran û Tirkiyê hatine girti. Bazirganiya sînor hema bêje nemaye.’’ Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VANTSO) Necdat Takva derbarê şerê Îran – Îsraîlê û bandora wê li ser aboriya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji Nûpel ajansê re axivî. Sînorê Tirkiye – Îranê 500 kîlometre bi hev ve ye. 400 sal in jî ev sînor nehatiye guhertin.
DERİYÊN SîNOR HATİNE GİRTİN
Di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de 3 deriyên sînorî hene ku yek li parêzgeha Colemêrgê, yek li Wanê û yek jî li Agiriyê ye. Takva diyar dike ku hersê deriyên sînor bi temamî hatine girtin û got: ‘’Salane bazirganiya me ya bi Îranê re digihêje 800 milyar dolarî. Rêjeya zêdetir ya vê bazirganiyê ji gaz û petrol e pêktê û weke din jî amûrên çêkirina avahiyan in. Rêxistinên Bazirganiyê yên Naveteweyî ku Amarîka serkêşiya wê dike bo 40 salan ambargoya aborî danîne ser Îranê. Ji ber vê sedemê jî bazirganiya bi Îranê re sînordar dihat kirin. Niha tenê xelkê me yê li Îranê tên û xelkê Îranê jî vedigerin welatê xwe. Ji dervey van rewşan sînor nayên bikaranîn.’’
SALANE ZÊDETİRÎ 800 HEZAR GEŞTİYAR DİHATİN WANÊ
Takva got Amarîka Rojhilata Navîn weke qada lêgerîna xezîneyê dibîne û êrişên bi vî armancî dike. Takva wiha berdewam kir: Di demên dawî de di navbera parêzgeha Wan û Rojhilat de peywendiyeke xurt ya aborî pêkhat. Beriya 4 salan salane 8 hezar Îranî dihatin parêzgeha me lê ev jimar niha gihêştiye 800 hezarî. Ev êrişên li ser Îranê dê zirer bide peywendiyên me. Dê geştiyarî, bazirganiya sînor û rêya hesin bandor bibin. Em her sal festîfalên Newrozê li dardixin dê ev jî bandoreke neyênî li ser vê jî bike. Eger em bêjin her geştiyareke Îranê 500 dolar li welatê e xerc bike ev tê wateya zirereke bi qasî 400 – 500 milyon dolarî. Li gel parêzgeha me dê hemû Tirkiye jî bandor bibe.’’
ÎŞEV PETROL BİHA DİBE
Li gorî zanyariyên me girtine ji îşev şonde dê 6 tl bikeve li ser petrolê. Lîtreyeke petrol dê bi 60 tl yî, wate bi yekû nîv ewroyê bête firotin. Ev jî dê bibe sedema bihabûna hertiştî. Ji %20ê bazirganiya petrolê ya cîhanê li ser bendava Hurmuzê pêktê. Ev weke bendaveke petrolê ye. Lê belê îro çûn û hatina keştiyan li ser bendavê çênabe. Ev jî dê bandorê li hemû cîhanê bike.’









