🔴Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Qatarê û Şêwirmendê Serokwezîr, Mecîd el-Ensarî, nûçeyên medyaya Îsraîlê yên ku digotin “Qatar beşdarî êrîşên li dijî Îranê bûye” derewand.
Mecîd el-Ensarî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku welatê wî nebûye parçeyek ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê.
Ensarî di peyama xwe de wiha got: “Qatar nebûye parçeyek ji kampanyaya ku Îranê dike hedef. Em bi bikaranîna mafê xwe yê xweparastinê, hewl didin êrîşên Îranê yên li ser welatê xwe bidin sekinandin.”
Rayedarê Qatarî bang li saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kir ku ji bo nûçeyên derbarê Qatarê de, çavkaniyên pêbawer ên dewletê wekî bingeh bigirin.
Îran, wekî bersivê ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê re, baregeh û hedefên Amerîkayê yên li welatên wekî Qatar, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Behreyn û Urdunê dike hedef.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kiribû ku ew bi welatên herêmê re ne di şer de ne û divê ev welat ji bo êrîşên li ser axa Îranê fişarê li Amerîkayê bikin. Eraqçî destnîşan kiribû ku baregeh û leşkerên Amerîkayê yên li herêmê ji bo wan “hedefên rewa” ne.
Beriya niha, saziyên medyaya Îsraîlê yên wekî Kanal 12 û Jerusalem Post îdia kiribûn ku Qatar di êrîşên li dijî Îranê de cih girtiye.








