🔴Li Rojhilata Navîn rageşiya leşkerî her ku diçe zêdetir dibe. Piştî gefên Îsraîl û DYAyê, Îranê hişyariyeke tund da û ragihand ku di rewşa berdewamiya êrişan de, ew ê hemû navendên aborî yên li herêmê bikin hedef.
Generalê Pasdarên Îranê Îbrahîm Cebarî, têkildarî êrişên gengaz ên Îsraîl û Amerîkayê daxuyaniyeke girîng da. Cebarî destnîşan kir ku hevsengiya şer dikare biguhere û wiha got:
“Em ji dijmin re dibêjin; ger ew biryara armancgirtina navendên me yên sereke bidin, em ê jî hemû navendên aborî yên li herêmê bikin armanc.”
Cebarî bal kişand ser bandora vê rageşiyê ya li ser aboriya cîhanê û ragihand ku wan Tengava Hurmuzê girtiye. Li gorî gotina Cebarî, ev rewş dê bibe sedema krîzeke mezin a enerjiyê:
Bihayê Petrolê: Niha bihayê bermîleke petrolê derdora 80 dolarî ye.
Pêşbînî: Cebarî hişyarî da ku heke rageşî dewam bike, dibe ku bihayê petrolê bigihîje 200 dolarî.
/Çavkanî: AW/










