🔴 NAVENDA NÛÇEYAN – Daneyên serbazî yên derbarê çar rojên destpêkê yên şerê di navbera Îran, DYA’yê û Îsraîlê de derketin holê. Li gorî agahiyên ku wezaretên berevaniyê yên welatên herêmê û rayedarên xcihî parve kirine, rêveberiya Tehranê; bi giştî zêdetirî 1.400 moşekên balîstîk û ÎHA’yên kamîkazeyê avêtine Îsraîl, Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê.
Hûrguliyên operasyona “Epic Fury” (Hêrsa Destanî) ku DYA’yê û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabûn destpêkirin û êrîşên piştî wê zelal dibin. Li gorî daneyên ku Rûdawê ji çavkaniyên fermî yên welatên herêmê kom kirine, Îranê yek ji giranbihatirîn êrîşên asmanî yên di dîroka herêmê de pêk aniye.
Herêma Kurdistanê: Zêdetirî 100 êrîş birin ser Hewlêrê
Ji destpêka şer ve xaka Herêma Kurdistanê 21 caran hat armancgirtin. Ji van êrîşan 20 jê li Hewlêrê û yek jî li sînorê Duhokê pêk hat. Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di daxuyaniya roja sêşemê de got: “Heta niha zêdetirî 100 ÎHA û moşek ber bi sînorên parêzgeha me ve hatine şandin. Di serê armancan de Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê heye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne.” Xoşnaw destnîşan kir ku bi saya pergalên parastina asmanî, piranîya êrîşan berî bigihîjin armanca xwe hatine jinavbirin.
Îsraîl: Pêla êrîşê ya herî bixwîn bi 150 moşekan
Îranê ji roja şemiyê û vir ve nêzîkî 150 moşekên balîstîk avêtine Îsraîlê. Bi giştî li seranserê herêmê 400 moşekên balîstîk û hezar ÎHA hatine bikaranîn. Li Îsraîlê bajarên Tel Avîv, Heyfa û Qudsê bûn armancên sereke. Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku %90’ê moşekan hatine astengkirin. Lê belê di encama êrîşan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kes jî ji ber perçeyên şarapnelê û hilweşînê birîndar bûn.
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY): Rekora êrîşê bi zêdetirî 800 ÎHA’yan
Wezareta Berevaniyê ya MEY’ê ragihand ku ew yek ji wan welatan in ku herî zêde rastî êrîşên asmanî hatine. Li gorî daneyan, 186 moşekên balîstîk û 812 ÎHA ber bi MEY’ê ve hatine avêtin. Binkeya Asmanî ya Dhafra ku navenda Hêzên Asmanî yên DYA’yê ye bû armanca sereke; her wiha li Dubaiyê di otêla Fairmont Palm û Burj Al Arab de ji ber êrîşên ÎHAyan agir derket. Balafirgeha Navdewletî ya Dubaiyê jî di nav cihên ku lê hatine xistin de bû.
Kuveyt û Qeter: Tesîsên enerjiyê û binke hatin lêdan
Wezareta Berevaniyê ya Kuveytê ragihand ku qada wan a asmanî bi 178 moşek û 384 ÎHA’yan hatiye binpêkirin û Binkeya Elî Al Salem hatiye armancgirtin. Tehranê her wiha îdîa kir ku li Balafirgeha Kuveytê û rafîneriyên petrolê yên li herêma Ehmediyê xistiye. Qeterê jî piştrast kir ku 65 moşek û 12 êrîşên ÎHAyan li dijî xaka wan pêk hatine. Ji bilî El-Udeid ku mezintirîn binkeya DYA’yê ye li herêmê, zeviyên gazê yên stratejîk ên li hundirê Qeterê jî rastî bombardûmana Îranê hatin.
Behreyn: Baregeha Fîloya 5’emîn di bin êrîşê de ye
Behreynê ragihand ku 73 moşek û 34 êrîşên ÎHA’yan li dijî wan hatine kirin. Îranê ragihand ku baregeha sereke ya Fîloya 5’emîn a Hêzên Deryayî ya DYA’yê û Portê Salman ê stratejîk ku keştiyên şer ên Amerîkî lê ne, lê dane. Rayedarên Behreynî diyar kirin ku êrîşan ziyaneke mezin a madî li welat kiriye.
Erebistana Siûdî, Urdun û Oman
Bandora şer li welatên din ên herêmê jî hat hîskirin. Urdunê ragihand ku moşekek û 49 ÎHA’yên ku ketine qada wan a asmanî ji aliyê artêşê ve hatine xistin. Rafîneriya Ras Tanura ya li Erebistana Siûdî, ku yek ji navendên herî mezin ên enerjiyê ya cîhanê ye, roja duşemê bi moşekên balîstîk hat armancgirtin. Li Omanê jî, ji aliyê meqamên fermî ve hat piştrastkirin ku bi 2 ÎHA’yên kamîkazeyê êrîşî Porta Duqm a stratejîk hatiye kirin.
/Çavkanî: Rûdaw/







