🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Sasona Batmanê, di nava medfena çem de cesedê zilamekî hat dîtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyên ku dîtin kesek di nav medfena çem de bêliv û tevger dirêjkirî ye, rewş ji polîs û tîmên tenduristiyê re ragihandin. Li ser îhbarê tîmên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, di lêkolîna xwe ya yekem de tespît kirin ku kesê jiyana xwe ji dest daye Emrah Çiftçi ye.
Di lêkolînên li cihê bûyerê de hat hînbûn ku li nêzî cesed hin materyalên ku di bikaranîna madeyên hişbir de tên bikaranîn hatine dîtin. Piştî lêkolîna dozgerê komarê, ji bo diyarkirina sedema teqez a mirinê, cenazeyê Çiftçi birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.








