🔴Fermandarê Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) Oramîral Brad Cooper, di roja çaremîn a operasyona “Hêrsa Epîk” (Epic Fury) de ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin, derbarê armancên leşkerî de daxuyaniyên girîng dan. Cooper diyar kir ku hêza deryayî ya Îranê bi awayekî fiîlî hatiye tunekirin û qada hewayî ya Îranê bi temamî ketiye bin kontrola DYA û Îsraîlê.
Cooper di peyama xwe ya vîdyoyî de ku li ser hesabê CENTCOM’ê hat weşandin, destnîşan kir ku hêzên wan ên li Rojhilata Navîn ji bo bidofandina kapasîteya gefxwarinê ya Îranê operasyoneke “dîrokî û bêrehm” birêve dibin.
“50 Hezar Esker û 200 Balafirên Şer di Dewrê de ne”
Fermandarê CENTCOM’ê bal kişand ku li herêmê tevgera leşkerî ya herî mezin a nifşê dawî pêk tê û ev agahî parve kirin:
“Zêdetirî 50.000 esker, 200 balafirên şer, du keştiyên balafirhilgir û balafirên bomberdimanê yên B-1, B-2 û B-52 ku ji DYAyê radibin, beşdarî operasyonê dibin.”
Cooper tundiya êrîşan bi mudaxaleya Iraqê ya sala 2003’an re da ber hev û got: “24 saetên pêşîn, hema hema du qatî operasyona ‘Şok û Dehşet’ (Shock and Awe) ya 2003’an mezin bû. Em lêdana Îranê ji binê deryayê heta fezayê û qada sîberê 7 roj û 24 saet didomînin.”
“17 Keştiyên Îranê Hatin Binavkirin, Parastina Hewa Hilweşiya”
Cooper anî ziman ku di 100 saetên pêşîn ên operasyonê de bi bikaranîna zêdetirî 2 hezar mûhîmatan, nêzî 2 hezar hedef hatine lêdan. Her wiha diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên Îranê û bi sedan navendên fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov (SÎHA) hatine îmhakirin.
Oramîral Cooper bi taybetî bal kişand ser pêşveçûna hêzên deryayî û wiha got:
“Em deryaya Îranê noqî avê dikin. Hemû fîloya wan.
Heta niha, bi keştiya binavê (submarîn) ya herî aktîf a Îranê re, me 17 keştiyên wan îmha kirin.
Îro di Kendava Basrayê, Tengava Hurmizê yan jî di Kendava Ummanê de tu keştiyeke Îranê ya ku seyranê bike nemaye.”
“Îran Sivîlan Hedef Digire, Em Navendên Fuzeyan”
Oramîral Cooper diyar kir ku rêveberiya Tehranê wek bersiv heta niha zêdetirî 500 fuzeyên balîstîk û 2 hezarî zêdetir SÎHA avêtine. Fermandarê Amerîkî îdîa kir ku Îran di van êrîşan de “bêserûber sivîlan hedef digire” û got, “Kapasîteya Îranê ya ji bo lêdana me û hevkarên me her ku diçe kêm dibe. Em li pêşiya plana xwe ya lîstikê ne.”
Yekemên Dîrokî: Dronên Îranê li Dijî Îranê Bikaranîn
Fermandarê CENTCOM’ê Cooper eşkere kir ku artêşa Amerîkayê di dema operasyonê de hinek çekên nifşê nû cara yekem di qada şer de bikar anîne. Cooper ragihand ku Hêzên Bejayî yên DYA’yê bi fuzeyên “PrSM” (Fuzeya Lêdana Hesas) lêdanên xalî yên kûr pêk anîne.
Cooper agahiyeke balkêş jî parve kir: Hêza Peywirê ya Akrep (Task Force Scorpion) a di bin banê CENTCOM’ê de, teknolojiya SÎHA’yan a Îranê bi “endazyariya berevajî” bi dest xistiye. Cooper got: “Ev dron bi eslê xwe sêwirana Îranê bûn. Me ew birin Amerîkayê, em pêş xistin û me rasterast li Îranê vegerandin.”
Oramîralê Amerîkî destnîşan kir ku heta bigihîjin armancên xwe yên leşkerî, dê operasyonên wan bêyî rawestan bidomin.
/Çavkanî: Rûdaw/









