Abdullah Ongullu Şêwrî: Xewna Keçika Biçûk

Kurdi

🔴Di nav qelebalixiya kolanên sar de, keçikeke biçûk hebû ku debara xwe bi firotina destmalan dikir. Rojekê, jineke dewlemend dît ku ev keçika feqîr di xeweke kûr de ye û xewneke pir xweşik dibîne.

Di xewna keçikê de, ew li welatê melmelokan bû. Melmelokan bi perikên çûkan ên rengîn jê re bûkek çêdikirin. Dema keçikê li wê bûkê mêze dikir, rûyê wê bi şewqeke mezin ronî dibû û bi dilşadî dikenî. Di wê xewna rengîn de, feqîriyê qapotê xwe yê qetiyayî avêtibû ser milê xwe û ji wir diçû; destmalên keçikê jî bi ser hev re dihatin firotin. Keçik ji bo vê yekê pir kêfxweş bû. Wê xewna xwe ya biqedr kire nav destmaleke spî û xwest bixe paşila xwe da ku her dem pê re bibe.

Lê belê, jina dewlemend ku li wê temaşe dikir, çav berdabû wê xewnê. Hat bi milê keçikê girt û bi dengekî fermî got:

“Wê xewnê bide min! Ez ê ji bo kurê xwe bibe!”

Keçika biçûk ku nû şiyar bibû, xewna xwe hembêz kir, xwe lê pêça û bi tirs bersiv da:

“Min a niha ev xewn dît. Na, ew ne ya kesî ye, ya min e! Min nediziye, dema ez li vir razam min ew dît!”

Keçikê dest bi girî kir û ji melmelokan alîkarî xwest. Lê jina dewlemend biryardar bû; wê ya bi zorê, ya bi dizî, an jî bi pereyan ew xewn bi dest bista. Ji kerba re, porê keçikê girt û kişand; bi pêlava xwe ya pozdirêj li rûyê keçika bêparastin xist. Keçikê li ber xwe dida û xewna xwe bernedida. Jina dewlemend qêriya:

“Ez ê pereyan bidim te! Pereyên kurê min pir in, lê xewna wî tune ye!”

Di wê navberê de, bavê keçikê hat wir. Dema çavê wî bi jina dewlemend ket, ji ber hurmetê û tirsê bejna xwe li ber tewand:

“Hûn xanima bîrêz walî ne, ne wisa ezbenî? Ez di kargeha we ya tekstîlê de dixebitim. Bi xêra we em pariyek nan dixwin.”

Jina dewlemend bi tiliya xwe keçik nîşan da û pirsî:

“Ev kî ye?”

Bavê keçikê bi şermezarî got:

“Keça min e ezbenî. Ma xetayek li hemberî we kiriye? Ka bêjin, ez ê…”

Jina dewlemend bi gazinc got ku wê dixwest xewna keçikê ji bo kurê xwe bikire, lê keçikê nedidayê. Bavê keçikê bi hêrs milê keça xwe hejand û qêriya:

“Tu yê bidî!”

Keçikê bi hawar û gazî li ber xwe da, lê bavê wê bi zorê dengê wê birî, qutiyek anî û dengê keçikê xist nava wê qutiyê û devê wê bi tundî girt. Dûre bi hêrs li ser keça xwe de hat:

“Tu yê bidî! Tu yê xewnê çi bikî? Ji me re pere lazim e! Binêre, xuşk û birayên te birçî ne!”

Bavê keçikê, bi destên xwe yên mezin, bi zorê destê xwe xiste paşila keça xwe, ew destmala spî ya ku xewn tê de bû derxist û bi dilnizmiyeke mezin dirêjî jina dewlemend kir:

“Hûn ê çiqas pere bidin ezbenî?”

Jina dewlemend bi kire kire got:

“Sîh û şeş pere!”

Pere avêtin ber zilam, xewna spî girt û bi serbilindî ji wir çû.

Kurê jina dewlemend demekê bi wê xewna dizî şa bû, lê wek her tiştê ku ne bi keda dil be, zû jê bêzar bû. Xewn girt û avêt nav agir. Di wê kêliyê de, melmelok gihîştin wir. Li dora agir zivirîn û zivirîn. Ji bo ku xewna keçika biçûk ji nava pêtên agir rizgar bikin, hinek ji wan xwe avêtin nav agir û şewitîn. Pirpirik jî li pey wan çûn…

Lê belê, xewna keçikê winda bibû. Dibêjin ku melmelok hê jî li pey wê xewna şewitî digerin…

/Abdullah Ongullu Şêwrî/

 

 

İlginizi Çekebilir

Israel Defense Forces’ten Batı Şeria’da geniş çaplı operasyon
ABD’den İran operasyonu açıklaması: 50 binden fazla asker sahada

Öne Çıkanlar