NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirovan (HRANA) li Îranê, ji 28ê Sibatê ve herî kêm 1097 sivîlan canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 402 sivîl jî birîndar in.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirovan (HRANA) bîlançoya êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê parve kir. Li gorî raporê, ji 28ê Sibatê ve herî kêm 1097 sivîlan canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 402 sivîl jî birîndar in.
Di nav kuştiyan de 181 zarokên di bin 10 saliyê de hene. 100 ji birîndaran jî zarok in. Mirina 880 kesan jî nehatine eşkere kirin û lêpirsîn berdewam in.










