🔴Li peravên Srî Lankayê, keştiyeke şer a aîdî hêzên deryayî yên Îranê ji ber xetereya binavbûnê banga ‘hawarê’ kir. Piştî bangawaziyê, Srî Lankayê ji bo keştiyê operasyona rizgarkirinê da destpêkirin. Hat ragihandin ku di keştiyê de 180 kes hebûn û 30 jê hatine rizgarkirin, lê sedema bûyerê hîna nehatiye hînbûn.
Srî Lankayê ji bo keştiya artêşa Îranê ya ku li nêzî bajarê Galle banga alîkariyê kiribû, operasyoneke berfireh a rizgarkirinê da destpêkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya herêmî Daily Mirror, keştiya bi navê IRIS Dena ya aîdî deryavaniya Îranê, li peravên bajarê Galle yê Srî Lankayê banga alîkariya lezgîn şand.
Rayedarên Srî Lankayê diyar kirin ku bûyer di nav ava wan a sînorî de qewimiye û ji bo texliyekirina muretebatê operasyoneke mezin hatiye destpêkirin. Rayedar texmin dikin ku dibe ku li keştiyê hatibe xistin û banga “hawarê” li ser vê yekê hatibe kirin.
30 Kes Hatin Rizgarkirin
Ji keştiya ku nêzî 180 kes tê de bûn, 30 muretebat hatin rizgarkirin û rakirin nexweşxaneyê; ji bo kesên winda jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Çavkaniyên fermî hîna bi zelalî eşkere nekirine ka keştî çima binav bûye. Li ser wê îhtîmalê jî tê sekinandin ku dibe ku êrîş li ser keştiya şer hatibe kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê, Vijitha Herath, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku deryavaniya Srî Lankayê agahî girtiye ku keştiya IRIS Dena ya 180 kes tê de ne di xetereyê de ye. Herath anî ziman ku welatê wî ji bo peywira rizgarkirinê keştî û balafirên hêzên hewayî şandine herêmê, lê agahiyên zêdetir neda.
/Çavkanî: Yeni Yaşam/










