Nisêbîn wek ‘Bajarê Jinê’ hate îlankirin

Kurdi

🔴Di daxuyaniya ku tê de hat diyarkirin Nisêbîn wek ‘bajarê jinê’ hatiye îlankirin, hat gotin ku ‘Em ê mafê jiyanê û azadiya jinan bi polîtîkayên berbiçav mîsoger bikin.’

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li Navenda Jiyana Jinê ya Navjînê deklerasyona bi sernavê “Ber bi Bajarên Jinan ve” hat ragihandin. Di qada deklerasyonê de ku bi beşdariya gelek jinan hat lidarxistin, flamayên “Jin, jiyan, azadî” û pankarta “Pêlên kezîyan wê dawîya faşîzmê bîne” hatin daliqandin. Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyê bûn, bi eşlîqkirina erbaneyan stranan gotin.

Metna deklerasyonê bi Tirkî ji aliyê Hevşaredara Nisêbînê Gulbin Şahin Dağhan ve, bi Kurdî jî ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ve ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nisêbîn bi sedsalan e li dijî polîtîkayên înkar, wêranî û zorê hebûna xwe diparêze û wekî bajarekî berxwedanê yê ku bi vîna jiyana hevpar a bawerî, ziman û gelên cuda li ser piyan maye, hat pênasekirin. Di berdewamiyê de hat gotin: “Ev xak ne tenê xwedî berheveke dîrokî ye, di heman demê de bajarê têkoşîneke piralî ye ku li dijî yekperestî û tahakkuma zayendperest tê meşandin. Di her kolana wê de piralîbûn, di her kevirê wê de vîna gelan û jinan heye. Jin ne subjeke pasîf, lê subjeke avaker a vê têkoşînê ne; ew hêza ku bîrê hildigire, jiyanê ji nû ve bi rêxistin dike û fikra azadiyê vediguhêze heqîqeteke civakî ye.”

Avakirina ji nû ve

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nisêbîn a ku li gorî çavkaniyên dîrokî heft caran hatiye rûxandin û her carê ji nû ve li ser piyan maye, îro jî îdîaya xwe ya avakirina jiyaneke wekhevpar, azadîxwaz û bi pêşengiya jinê mezin dike. Hat gotin ku: “Ev îdîa ne tenê ji nû ve avakirina bajarekî ye; vîna avakirina pergaleke civakî ya demokratîk, piralî û jinparêz e li dijî strukturên mêrserwer, navendparêz û cudaxwaz. Ji ber vê yekê, em ji nû ve avakirina Nisêbînê bi perspektîfa demokratîk, ekolocîk û azadiya jinê ne tenê wekî polîtîkayeke rêveberiya herêmî dibînin; em wê wekî berdewamiya rojane ya berxwedana dîrokî dest nîşan dikin. Polîtîkayên veguhertina mekanî yên ku piştî pêvajoya şer a di navbera salên 2011-2016’an de hatin meşandin, bîra civakî ya bajêr bi giranî xerab kiriye. Ev xerabkirin ne tenê fîzîkî, di heman demê de wêraniyeke civakî bûye. Têkiliyên cîrantiyê, torên piştgiriyê û şêweyên jiyana kolektîf hatine tunekirin; bi taybetî jinên ku di malên serbixwe de dijiyan, neçar mane di avahiyên pirqatî de bi cih bibin û qadên azadiyê yên mekanî hatine tengkirin. Ev pêkanîn veguherîne pratîkeke tundiya mekanî ku qadên jiyana jinan sînor dike.”

Prînsîbên bingehîn ên bajarê jinê

Hat diyarkirin ku ew avakirina bajarê jinê li gorî van prînsîbên bingehîn dimeşînin:

Em têgihiştina rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolocîk û komunal bingeh digirin.

Em azadiya jinê bingeh digirin û diparêzin ku jin subjeke avaker a bajêr in.

Em temsîliyeta wekhev mîsoger dikin û pergala hevserokatiyê bingeh digirin.

Em jiyaneke bê tundî diparêzin û hedef dikin ku aştiyê di asta civakî de ava bikin.

Em li dijî xizanî, neyeksaniya çînî û wêraniya ekolocîk têkoşîneke hevpar dimeşînin.

Em xwedîderketin û lênêrînê wekî berpirsiyariyeke kolektîf dibînin û polîtîkayên civakî yên wekhevpar pêş dixin.

Em modela aboriya herêmî ya li ser bingeha piştgirî û kedê pêk tînin.

Em jiyana pirzimanî, pirnasnameyî û pirbawerî nas dikin; bîra herêmî diparêzin.

Ji bo jinên kêmendam, koçber, penaber û ji komên temenî yên cuda, em polîtîkayên tevlihev (kapsayî) hildiberînin.

Di rêveberiyê de em şeffafiyet, hesabdayîn û mekanîzmayên şopandinê yên birêkûpêk bingeh digirin.

‘Em ê navendên piştgiriya jinan ên pirzimanî vekin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di avakirina bajarê jinê de têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê rojeva wan a herî girîng e û wiha hat gotin: “Em tundiyê ne tenê bi malê ve sînordar dibînin; em wê bi hemû şêweyên wê yên li kolan, kargeh, rêyên dibistanê, qadên dîjîtal û di bin siha polîtîkayên şerê taybet de digirin dest. Dema ku xizanî, xebata bêewlehî, girêdayîbûna maddeyan û fûhûş jiyana jinan dişikîne; barê lênêrînê û bêewlehiya mekanî dûrketina ji tundiyê zehmet dike. Ji ber vê yekê em ê navendên piştgiriya jinan ên pirzimanî vekin, xetên tundiyê yên 24/7 amade bikin, stargehên jinan ava bikin û piştgiriya hilberîn, lênêrîna zarokan, hiqûqî û psîkolojîk bi hev re pêşkêş bikin. Em ê mafê jiyanê û azadiya jinan bi polîtîkayên berbiçav mîsoger bikin.”

‘Em ê Plana Çalakiyê ya Bajarê Jinê amade bikin’

Di metnê de hat diyarkirin ku ew ê xizmetên giştî li ser bingeha wekheviya zayendî ya civakî ji nû ve bi rêxistin bikin û wiha hat berdewam kirin: “Em ê modelên hilberîna kolektîf ên ku azadiya aborî ya jinan bingeh digirin pêş bixin; em ê kooperatîfan ava bikin û piştgirî bidin; em ê qadên hilberînê yên ku keda jinê xuya dikin vekin; em ê kreşên bêpergal vekin. Em xizaniyê wekî amûreke bingehîn a desthilatdariyê dibînin ku rê li jiyana azad û wekhev a jinan digire. Ji ber vê yekê em ê kooperatîf û komunên jinan ên ku serxwebûna aborî ya jinan xurt dikin ava bikin; bi afirandina qadên hilberîn û dahatê em ê piştgiriya kolektîf mezin bikin. Em ê Civînên Keda Jinê bikin yek ji zeminên girîng ên vê xeta rêxistinkirî. Bi îlankirina Bajarê Jinê re, em ê Planeke Çalakiyê ya Bajarê Jinê ya berfireh amade bikin. Em ê binesaziya parvekirina daneyên saziyan ava bikin; di veberhênanên park, veguhastin û binesaziyê de analîza bandora zayenda civakî bikin mecbûrî. Di rapora faliyetê ya her yekîneyê de em ê xebatên ji bo jinan di bin sernavekî cuda de pêşkêş bikin; em ê giliyên mobbîng û tacîzê yên di hundurê saziyan de bi rengekî çalak bişopînin. Em ê Rapora Şopandinê ya Bajarê Jinê ya salane ya ku gihîştina kêmendaman, tundî û ewlehî, xizmetên lênêrînê û aboriya jinan dihewîne biweşînin.”

‘Di her qada jiyanê de wekhevî û azadî’

Di dawiya daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Bi vê deklerasyonê, em bi rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê, rêxistinên jinan, sendîka, odeyên pîşeyî, rêxistinên ekolocî û astengdaran, platformên zarok û ciwanan re; bi hişê jinê, bi keda jinê, bi girtina hêza ji prensîba ‘Jin, Jiyan, Azadî’, bi bîra jinê û bi baweriya xwe ya xurt a bi aştiyê, biryardariya xwe ya ji nû ve avakirina vê bajêr îlan dikin. misogerkirina hebûna jinan a wekhev, azad û ewle di her qada jiyanê de berpirsiyariya me ya bingehîn e. Li Nisêbînê ya ku sînoran ew ji hev qut kiriye lê têkoşînan ew gihandiye hev, em avakirina paradîgmaya jinparêz a ku me ji Şoreşa Jinê ya Rojava îlham girtiye, wekî berpirsiyariya xwe ya sereke dibînin. Em berhevkariya ku li Rojava û Nisêbînê pêk hatiye wekî pêvajoyên ku hevdu temam dikin dinirxînin. Deklerasyona me, li berhevkariya têkoşîna ku di nava hev de derbas bûye xwedî derdikeve û perspektîfa neteweya demokratîk wekî bingeha paşeroja me ya hevpar îlan dike. Bi dewrgirtina vê mîrasa dîrokî, em ê jiyana demokratîk, ekolocîk û jinparêz bi hev re ava bikin.”

Piştî deklerasyonê Berdevka TJA ya Mêrdînê Hatice Öncü axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan. Paşê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Hülya Kök Edis ve peyama ku li ser navê siyasetmedarên jin ên girtî di şexsê Leyla Güven û Ayşe Gökkan de hatibû şandin, hat xwendin.

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Em bawer dikin ku; jinên Nisêbîn û Mêrdînê dê Bajarê Jinê bi coş û hêviyeke mezin pêşwazî bikin, bi rêxistinbûna jinê û ruhê sala 2010’an lê xwedî derkevin. Bi hêviya ku Bajarê Jinê ji bo hemû jinan bibe xêr û rêya têkoşîna jinan veke, em wekî jinên di girtîgehan de we jinan ji dil û can silav dikin.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Beritan Güneş Altın axivî.

Bername piştî gerandina govendê bi dawî bû.

/Çavkanî: JINNEWS/

İlginizi Çekebilir

Urmiye’ye füze düştü: 7 sivil hayatını kaybetti
Hamaney’in cenaze töreni ertelendi

Öne Çıkanlar