MSB: Teqemeniya balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin hat îmhakirin

Kurdi

🔴Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku fuzeya balîstîk a ku hat tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û di ser Iraq û Sûriyeyê re ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve hatiye, ji aliyê hêzên parastina hewayî û fuzeyan ên NATO’yê ve hatiye berbetalkirin. Serokê Ragihandinê Duran diyar kir ku perçeyekî fuzeyê li herêma Dörtyola Hatayê ketiye qadeke vala û di bûyerê de tu ziyanên canî çênebûne. Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan jî bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Abbas Erakçî re bi telefonê axivî û destnîşan kir ku “divê ji her cure gavên ku bibin sedema berfirehbûna şer bên dûrxistin.”

Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Teqemeniya balîstîk a ku hat tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve diçû, ji aliyê hêzên parastina hewayî û fuzeyan ên NATO’yê ve ku li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne, hat berbetalkirin.”

Di daxuyaniya MSB’yê de hat diyarkirin ku di bûyerê de tu kesî canê xwe ji dest nedaye û tu birîndar nîn in.

Daxuyaniya MSB’yê bi vî rengî ye:

“Teqemeniyeke balîstîk a ku hat tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û piştî derbasbûna qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve diçû, di wextê xwe de ji aliyê hêzên parastina hewayî û fuzeyan ên NATO’yê ve ku li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne, hat astengkirin û îmhakirin. Hat tespîtkirin ku perçeyê teqemenî yê ku li navçeya Dörtyol a parêzgeha Hatayê ketiye, aîdî teqemeniya parastina hewayî ye ku piştî îmhakirina gefê li hewayê maye. Di bûyerê de canwenda yan jî birîndar nîn in. Îrade û kapasîteya me ya ji bo dabînkirina ewlehiya welat û welatiyên me di asta herî bilind de ye. Tirkiye alîgirê aramî û aştiya herêmî ye, lê di heman demê de dikare ewlehiya ax û welatiyên xwe li hemberî her cure gefan biparêze. Ji bo parastina ax û qada me ya hewayî, her gav dê bi biryardarî û bê dudilî bên avêtin.”

Serokê Ragihandinê: Her Cure Gav Dê Bê Dudilî Bên Avêtin

Serokê Ragihandinê Burhanettin Duran jî derbarê mijarê de diyar kir ku perçeyekî fuzeyê ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve dihat, li Dörtyola Hatayê ketiye qadeke vala.

Duran wiha got: “Ji bo parastina ax û qada me ya hewayî, her gava pêwîst dê bê dudilî bê avêtin. Li hemberî helwestên dijminane, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bersiva pêwîst dê bê dayîn.”

Duran bang li dezgehên medyayê û bikarhênerên medyaya civakî jî kir ku li hemberî nûçeyên dezenformasyonê hişyar bin û tenê guh bidin daxuyaniyên fermî.

“Hakan Fidan bi Abbas Erakçî re Axivî”

Çavkaniyên Wezareta Karên Derva dan zanîn ku piştî bûyerê Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan bi hevpîşeyê xwe yê Îranî Abbas Erakçî re bi telefonê axivî ye. Fidan berteka Tirkiyeyê ya derbarê mûmîmata balîstîk de ragihandiye û destnîşan kiriye ku divê ji gavên ku rageşiyê li herêmê zêde dikin, bên dûrxistin.

/Çavkanî: Birgün/

İlginizi Çekebilir

DEM Parti İmralı Heyeti, Adalet Bakanı Gürlek ile Görüştü
İçişleri Bakanlığı, Mardin kayyumu görev süresini uzattı

Öne Çıkanlar