Îranê derî girtin: Bi sedan wesayît li ser sînor asê man
Piştî ku Îranê deriyên xwe yên sînor girtin, bi sedan wesayît li Deriyê Sînor ê Başmaxê asê man.
Îranê bi biryarnameyeke fermî ya ku duh weşand, hinartina her cure berhemên xurek û çandiniyê qedexe kir û ji bilî Başmaxê hemû deriyên sînor ji bazirganiyê re girtin. Li Deriyê Sînor ê Başmaxê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, ji ber ku destûr nayê dayîn bi sedan wesayît di derbasbûnê de asê mane.
/Çavkanî: ANF/








