🔴Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand ku ew ê beşdarî operasyonên leşkerî yên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê nebin. Pistorius her çend qebûl kir ku rejîma Îranê gelek caran hiqûqa navneteweyî binpê kiriye jî, lê tekez kir ku divê ev nakokî bi rêyên dîplomatîk bê çareserkirin.
Boris Pistorius di axaftina xwe ya li Meclîsê de helwesta Almanyayê ya li hemberî operasyonên DYA û Îsraîlê yên ku Îranê dikin armanc, bi rengekî zelal anî ziman. Pistorius got: “Almanya ne aliyekî vê şerî ye. Hêzên Çekdar ên Almanyayê (Bundeswehr) wê beşdarî vê şerî nebin.” Her wiha diyar kir ku welatê wî wê ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê û rêgirtina li belavbûna tundûtûjiyê her hewldanê bide.
Bal kişand ser nîqaşên hiqûqa navneteweyî
Pistorius bal kişand ser giringiya nîqaşên derbarê guncavbûna çalakiyên DYA û Îsraîlê bi hiqûqa navneteweyî re. Pistorius da zanîn ku eger welat pabendî hiqûqa navneteweyî bin, pergaleke cîhanî ya biîstîkrar tenê di demeke dirêj de dikare berdewam bike û bal kişand ser rîskên ku ji ber paşguhkirina vê prensîbê derdikevin.
‘Rejîmeke ku dixwaze Îsraîlê tune bike’
Wezîr Pistorius derbarê rejîma Îranê de jî nirxandineke tund kir. Pistorius destnîşan kir ku Îran bi salan e gelek caran hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û got: “Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li dijî rejîmekê ne ku dixwaze Îsraîlê tune bike. Ev rejîm bi salan e, ango bi dehan salan e hem li hundir û hem jî li derve zext û terorê dimeşîne.”
/Nûçeyên Cîhanê/









