🔴Di demekê de ku operasyona leşkerî ya bi armanca rûxandina rejîma Îranê ku ji hêla DYA û Îsraîlê ve hatî destpêkirin berdewam dike, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo Îranê modela herî rastbîn, modela federal e.
“REJÎMA ÎRANÊ MEŞRÛIYETA XWE JÎ ZÛ VE WINDA KIRIYE”
Bozyel bal kişand ser gendelî, rûxandina exlaqî û siyasî ya rejîma teokratîk a li Îranê û got: “Rejîma zordar û hov a li Îranê ku di çend salên dawî de li Geze, Libnan û Sûriyeyê hêza xwe winda kiribû, bi mudaxeleya leşkerî ya DYA û Îsraîlê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir, rojên xwe yên dawî dijî.”
Bozyel destnîşan kir ku avakirina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” hem ji bo Kurdan hem jî ji bo mûxalefeta Îranê gaveke bi hêvî ye û wiha pê de çû:
“HEVPEYMANIYA KURDÎ RASTBÎN E Û BAWERIYÊ DIDE”
“Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ew ê ji bo mafên neteweyî û azadiyên gelê Kurdistanê têbikoşin û armanca wan pêkanîna prensîba mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd e.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di heman demê de ji raya giştî re ragihand ku ew li Îranê alîgirê pergaleke siyasî ya demokratîk, piralî û sekuler in.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya dîrokî û dirêj e. Aktörên siyasî yên Kurd ku bi civakê re bûn yek û nebza gel baş digrin, ji aliyê armancên siyasî ve profîleke rastbîn û bi ewle nîşan didin. Ew hevsengiya hêzên li herêmê û cîhanê rast dixwînin û stratejiyeke ku girîngiyê dide tifaqa bi komên din ên etnîkî û olî yên li Îranê re dişopînin.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî xwedî hişmendî, biryardariya têkoşîna azadiyê û pêkhateyeke pir birêxistinkirî ye. Ji bo azadiya xwe heta niha bi deh hezaran şehîd dane û berxwedaneke mezin û destanî nîşan dane. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê tora civaka sivîl a pir bi hêz û berfireh kar dike.”
“BAWERIYÊ DIDIN”
“Aktorên siyasî û tora civaka sivîl a li Rojhilatê Kurdistanê, bi ezmûna xwe ya dîrokî, helwesta siyasî ya rastbîn û berfireh, û perspektîfa xwe ya rastxwendina cîhanê, baweriyê didin ku dikarin welatê xwe bi serkeftî birêve bibin.”
“DIVÊ HEVPEYMANÎ HÊ JÎ MEZINTIR BE”
“Ji aliyê din ve, erkekî wekî berfirehkirina Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li benda wan e, da ku hemû partiyên din ên li derve mayî jî di nav xwe de bihewîne.
Ji holê rakirina rejîma zordar a li Îranê û avakirina pergaleke nû, demokratîk û piralî, ne tiştekî weha ye ku Kurd bi tenê karibin jê derkevin. Ji ber vê yekê, diyalog û tifaqa berfireh bi nûnerên siyasî yên gelên Fars, Belûç, Azerî û Ereb ên li Îranê re, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.”
“JI BO ÎRANÊ MODELA RASTBÎN, MODELA FEDERAL E”
“Modela herî rastbîn a ku dê fersenda azadî û pêşxistina nasnameya neteweyî bide hemû gelên Îranê, bê guman pergaleke federal e.
Ya herî girîng ew e ku piştî rûxandina rejîma teokratîk, dê li Tehranê rêveberiyeke çawa û ji kîjan kesan pêk tê de nediyarî heye. Heya ku Kurd perspektîfa çareseriya siyasî di çarçoveya Îranê de biparêzin, mijara ku dê li Tehranê kî bibe muxatab, dê rojeva xwe biparêze. Kalîteya aktorên ku dê di rêveberiya navendî ya Îranê de xwedî gotin bin, dê şêwazê rêveberiya pêşerojê ya gelê Kurd û Îranê bi girîngî diyar bike.”
“DÎPLOMASIYEKE JÎRANE PÊWÎST E”
“Plana DYA û hêzên din ên ku destwerdana Îranê dikin, ku ji bo piştî rejîma Îslamî pêşbînî dikin, heger ne bi tenê be jî, dê diyarker be.
Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi êrîşeke dîplomatîk a jîrane ku dê li qada navneteweyî bimeşînin û bi muzakereyeke bi biryar û bi prensîb a ku bi DYA’yê re bikin, dikarin di diyarkirina paşeroja Îranê û statûya Rojhilatê Kurdistanê de roleke sereke bilîzin.
Herêma Kurdistana Başûr ku di dema dawî de di krîza Sûriye û Rojavayê de performansek serkeftî nîşan da, dikare mîsyoneke wekhev ji bo paşeroja Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bi cih bîne.”











