Li navçeya Koyê ya Hewlêrê êrişî Kampa Azadiyê hate kirin

Kurdi

🔴Li sînorê qezaya Koyê ya ser bi Hewlêrê, Kampa Azadiyê ya ku baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) lê ye, rastî êrişeke ezmanî hat.

​Jêdereke herêmî ji Rûdawê re ragihand ku berî demekê Kampa Azadiyê hatiye hedefgirtin. Heman jêderê diyar kir ku êriş bi firokeyên bêmirov (SÎHA) an jî bi fuzeyan hatiye encamdan.

​Li gorî agahiyên ku jêderên herêmî dane Rûdawê, êrişa ku bi SÎHA’yan hatiye kirin, li nêzîkî Keleha Harmotayê ketiye derdora cebexaneyeke kevin a partiyê. Jêderan destnîşan kir ku di vê êrişa dawî de ti zirarên canî an malî çênebûne.

​Êriş ev çend roj in berdewam dikin

​Li herêmê ev çend roj in êrişên sîstematîk ên li ser baregehên partiyên Rojhilatî yên wekî PDK-Î û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) balê dikşînin.

​Jêderekî ji nava PDK-Î’yê diyar kir ku roja çarşemê berbangê saet derdora 01:17’an de “Kampa Amiriyeyê” bi SÎHA’yan hatiye hedefgirtin lê ti zirar çênebûye.

​Sibeha roja sêşemê saet 08:50’an de jî di êrişeke din a SÎHA’yan de ku li ser baregehên PDK-Î’yê pêk hatibû, kesek birîndar bibû. Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re piştrast kiribû ku rewşa birîndarî sivik e.

​Pêşmergeyekî PAK’ê jiyana xwe ji dest da

​Ji aliyê din ve, di nava refên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de ku ew jî bûbû armanca êrişan, windahiya canî çêbû.

​Endamê Civata Serkirdayetiya PAK’ê û Berpirsê Têkiliyan Edîb Xalidiyan, roja çarşemê 4’ê Adara 2026’an ji Rûdawê re ragihand: “Di encama êrişa li ser baregeha PAK’ê ya li nêzîkî Degaleyê de, pêşmergeyê me yê bi navê Celal Reşîdî ku xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilat e, zewicî ye û bavê zarokekî ye, şehîd ketiye.”

​Dema ku tevgera li herêmê berdewam dike, rayedar geşedanan ji nêz ve dişopînin.

/Çavkanî: Rd/

İlginizi Çekebilir

Li Bornovayê Şahiya 8’ê Adarê: “Em ê Bi Piştevaniyê Dîwarên Mêrserweriyê Hilweşînin”
Nûpel- Malpera Nûçeyan a Kurdî Dest bi Weşanê Dike!

Öne Çıkanlar