Osman Aytar : Min bêrîya te kirîye hevalê mêrxas Azad!

Yazarlar

Hin heval hene, çiqas sal derbas bibin bila bibin, navên wan, bîranînên bi wan re her tim di dil û rih de germayî çêdikin, çi bi rojên bikêf, çi êş û hêsirên li dû wan. Heval Azad (M. Nuri Madak), hevalê min ê qedim ê doza rewa, doza welatê rojê û agir ji bo min yek ji hevalên weha ye. Bi hav hestan, wexta kitêba min a ”Hamidiye Alaylarından Köy Koruculuğuna” di sala 1992an de li Istanbulê ji alîyê Weşanên Medya Güneşiyê hate weşandin min ew bi kêfxweşîyeke mezin dîyarîya Azadê bira û hemû qehremanên me yên wekî wî kir. 

Heval Azad di şeva 16ê Îlona 1983yan de li ser sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hate şehîdkirin. Hin hevalên ku wê şevê bi Azadî re bûn hîn jî li jiyanê ne û ji nêz va qehremaniya Azadî ya wê şevê jî zanin. Azad hevalekî me yê ji Cizîrê bû û di sala 1954an de li wir hatibû dinê. Hewqas sal li ser wê şeva tarî derbas bûn, lê her ku navê Azad di sohbetan de derbas dibe, yên ku Azad nas dikin bi carekê ve xemgîn dibin, kula dilê wan har dibe.

Roja wê nayê bîra min. Meha Gulana 1982yan bû. Ez jî mecbûr mabûm ku piştî operasyoneke li hember DDKD/KIPê derbasî Rovajayê Kurdistanê bibim. Bi alikariya hevalan çûm Cizîrê û ji wir hevalan ez birim gundekî. Berbi êvarê li vî gundî em çend hevalên ku ji sebebên cuda mecbûr bûbûn ku derbasê bin xêtê, yanê Rojavayê Kurdistanê bibin, berhev bûn.

Cara pêşî min Azad li wir dît û ew û çend heval û dostên tevgera me dê em derbasê bin xetê bikarana. Şev tarî bû û wexta birêketinê hat.

Ji bo min cara pêşî bû ku ez dê derbasê bin xetê bibûyama. Rê ne dûr bû, lê ji ber ku tedbîrên hêzên sînor ên dewleta Tirkiyeyê zêde bûn, rêwîtî dê dirêj bûya. Li gorî rewşa çûyin û hatina nobedarên Tirk rêwitî dikaribû hîn dirêjtir bûya. Azad û rêberên me yên din xwedî tecrûbe bûn û bi hostetîyeke mezin, beyî ku problemek derkeve em derbasî bin xetê bûn. Êdî berbanga sibê bû û em çûn mala dostekî tevgera me ku li gundekî nêzî sînor dima. Piştî bêhnvedan û taştê me riya Qamişloyê girt û çûn mala partiyê.

Nasîna min a Azad ji wê demê destpêkir û heta şehîdbûna wî jî carnan li Qamişloyê carnan li Şamê em bi hev re man. Azad bi disîplîna xwe ya di karûbarên li ser sînor de yek ji wan hevalên ku kedeke mezin da me hemûyan. Ew ne tenê li ser sînor rêberê hevalên me bixwe bû, herweha di wan salan de alîkariya ji hezarî zêdetir pêşmergeyên ji partiyên cuda ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn û ji wir dihatin kir. Azadî, tev hin hevalên din ên grûba sînor, carnan ser hev qefle bi qefle mirov bi biryara partiyê derbas dikir. Westiyabûna wî ji çavên wî diyar dibû, lê wî tu carî duduliyek nîşan neda.

Azad yek ji wan hevalan bû ku di şûna ku bikeve munaqeşeyan karê xwe dikir û çavdêrekî baş bû. Xwedî wujdan û wefa bû, ji derew û paşgotiniyan dûr hevalekî dilsoz, mêrxasekî doza Kurd û Kurdistanê bû. Azad, hevalê rojên giran bû û ji bo hevalê xwe sînga xwe beyî minnet da der gulan. Ji ber vê ye ku navê wî li ba hemûyan germayiyek çê dike.

Dagirkeran piştî şehîdbûna Azadî jî, bi hovîtîya xwe dewam kirin och tiştên ku heta li goristana di nava dilê Cizîra Botan de anîn serê wî û malbata wî ji hemû pîvanên mirovayetîyê dûr e; em dê tu carî van hovîtîyên dagirkeran jibir nekin, nedin jibîrkirin. 

Azadê mêrxas!
Min bêriya te kiriye…
Ez zanim ku hemû hevalên ku
te nas dikin û
mêrxasiya te dizanin
bêriya te kirine…
Ez bi te serbilind im…
Em bi te serbilind in…
Tu ne tenê serbilindiya me yî,
serbilindiya doza Kurd û Kurdistanê yê jî…
Tu yê bi nefsbiçûktiya xwe,
dilsoziya xwe û
mêrxasiya xwe
her tim di dilên me de bijî…
Ez ji welatê xeribiyê,
çavên te yên bi çirûskên dilsoziyê
bi hurmet jidil maç dikim…

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik : Yûûûh!..
Günay Aslan : Fırtınalı günler ve HDP 

Öne Çıkanlar