Weşanxaneya Avesta ji sala 1995an vir de, bi weşandina berhemên telîf û werger, bê navber xizmeta ziman, dîrok û çanda kurdan dike. Di van 24 salan de Avesta; di serî de bi keda Abdullah Keskin û çend dildarên kurdî, asta weşanxaneyekê derbas kir, bi ciddiyeta xwe bû ekolek weşangeriyê, bu dibisaneke kurdî.
Avesta, di van salên dawî de biryar da ku dê ji berê bêtir giraniyê bide wergerên wêjeyî. Kitêba herî dawî ku Avesta weşand jî wergerek e. Wergera romana “Endîşeya Pêxember” a Yavuz Ekinci. Zimanê resen ê romanê tirkî ye. “Doğan Kitap” weşand. Di demeke kurt de wergera bo kurdî û almanî di heman demê de derket.
Yavuz Ekinci nivîskarekî kurd ê ku bi tirkî dinivîse. Romana “Endîşeya Pêxember” jî romana wî ya dawî ye. Ekinci, di sala 1979an de li Êlihê (Batman) hatiye dinyayê. Zanîngeha Dîcle, Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye. Li xwe mukir têm ku heta niha, Ekinci bala min nekişandibû û min tu berhemên wî nexwendibûn.
Çiqas bizanibim ku helwesteke şaş e jî, kêfa min zêde ji wêjeya nivîskarên kurd ên ku bi tirkî dinivîsin re nayê. Dizanim dagirkerî ne tenê nirxên sererd û binerd ên aborî talan dikin; ziman, çand û dîrok jî têne talankirin. Êrîşên li ser ziman, êrîşên herî dijwar in. Mirov nikare nivîskarên ku nikarin bi zimanê xwe binivîsin tewanbar bike. Dîsa jî ne di deste min de, jixweber mesafeyek dikeve navbera min û wêjeya wan.
Yavuz Ekinci bi kurteçîrokan dest bi nivîsê û wêjeyê kiriye. Çîrokên wî yên bi navê “İncir” (Hejîr), “Göç” (Koç), “Sırtımdaki Ölüler” (Miriyên li ser pişta min) bal kişandiye, li pêy hev xelatên girîng ên çîrokan wergirtiye. Çîroka “İncir” bi navê “İz” (Şop/Rêç-2011) wek film hatiye kişandin, film di “Mîhrîcana Filman a Navneteweyî” de xelata taybet a juriyê wergirtiye. Pirtûka wî ya yekemîn “Meyaserin Uçuşu” (Firîna Meyaserê) di sala 2014an de hatiye weşandin.
Ekinci, di pirtûka “Cennetin Kayıp Toprakları” (Erdên Bihuştê yên Wenda) de, rojên felaketê vedibêje. Felaketa ku hatiye serê ermen û kurdan… Nivîskara rojnameya “Aydınlık,” Irmak Zileli (Birazaya Doğu Perinçek) bi tundî Ekinci rexne dike. Dibêje: “… Yavuz Ekinci, êşan dike malzeme, êşan bi dile xwe bikar tîne. Ew ne di warê wêjeyê de, ne jî di warê exlaq de, bi himetî, bi berpirsiyarî tevnagere. Êşên ku di destên wî de têne hûnan û têne gotin; şûna ku me şiyar bike, me kor dike. Nivîskar bi nivîsa xwe ya ku bi hêsir û bi xwînê ve hatiye strandin, mirov ji êşê bidûr dixe, nema baweriya mirov bi wê êşa ku hatiye vegotin, tê…”
Nîjadperestên tirkan hebûna kurdan qebûl nakin ku êşên hatine kişandin û têne kişandin, his bikin. Mirî êşê nakişînin ev rastiyeke biyolojik a zanistê ye. Rastiyeke din jî ew e ku mirov nikare qala êşa “tuneyan” bike.
Rewşa ermenan ne wisa ye. Bi sedhezaran hatibin kuştin û sirgûnkirin jî, niha ew xwedîdewlet in û di “Yekîtiya Neteweyan” de kursiyeke wan heye. Ji ber wê çendê nîjadperest nikarin hebûna wan înkar bikin. Di destê wan de înkara êşan dimîne, ew jî di her fersendê de, êşên ku hatine kişandin înkar dikin.
Em werin ser romana Endîşeya Pêxember. Avesta di kitêbên xwe de li ser jînenîgariya nivîskarên berhemê, hindik be jî agahiyan dide. Belê di warê danasîna wergêran de, xwînêr zêde agahdar nabe. Wergera Endîşeya Pêxember, ji destê Merdan Newayî (Aydın Üneşi) derketiye. Newayî, di sala 1961an de li Misircê (Kurtala) ya Sêrtê hatiye dinyayê.
Ji Fakulteya Îlahiyatê (9 Eylül Üniversitesi) lîsans, ji Enstîtuya Zimanên Zindî, beşa Ziman û Çanda Kurdî (Artuklu Üniversitesi) jî lîsansa bilind wergirtiye û di heman beşî de dersên zimanê kurdî daye. Gelek nivîsên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Newayî, ji “Kulliyata Rîsaleyên Nûr” (Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî) bi navê; “Dîwana Herba Urfî” û “Leme’at Kulîlkên Dendikan” du pirtûk wergerandiye bo kurdî.
Teva ku min çend pirsgirêkên rêzimanî di wergera Endîşeya Pêxember de dîtin jî, dikarim bêjim roman bi zimanekî zelal wergeriyaye bo kurdî. Mirov bi hêsanî dikare bixwîne. Mixabin di wergerê de şaşiyeke neyê efûkirin hatiye kirin. Di lingê serlehengê romanê Mêhdî de, “nasir”eke bi êş, heye. Newayî, ji bo nasirê gotiye, “Kunêr.” Kunêr, ne nasir e… Bakteriyek, li ser çermê mirovan pirzikeke mezin a bi kem (îltîhab) çêdike. Kunêr ew e. (Bi tirkî Çıban)
Yavuz Ekinci bo vê romana xwe dibêje: “Di vê serdema me de, rêyên ragihandinê (Tv, radyo, rojname, medyaya civakî…) çiqas pêşketibin jî, xweîfadekirin pir zahmet e. Bêçaretiya vegotina tiştekî, di hişê min de sêwirî û wek sahneyekê li ber çavên min xuya bû…” Ji vê sahneyê, pirsek dikeve hişê wî û ji xwe dipirse: “Gelo di vê serdema kaotîk de, pêxemberek bihata, dê çi bikira, dê çawa xwe îfade bikira, dê jê bihata bawerkirin?” Ekinci, ji vê pirsê karakterekî û romanekê diafirîne. Serlehengê romanê, “Mêhdî”ye.
Ji serdema Sumeran heta Hîndûîzmê, di çand û dînên cuda yên li ser rûyê dinyayê, hatiye bawerkirin ku, di “Axir Zemanê” de, Xweda; ji bo pirsgirêkên maddî û manewî çareser bike, mirovahiyê bi îdealeke kemilî bi rê ve bibe, rêya herî rast pêşî mirovahiyê bide, dê hukimdarekî bişîne ser rûyê erdê. Ew, “Mêhdî” ye.
Di tu ayetên Quranê de behsa Mêhdî nayê kirin. Pêxemberê dawî û yê Axir Zemanê, Mihemed Pêxember e, naxwe ew bi xwe Mêhdî ye. Xiristiyanan jî ji Îsa Pêxember re, “Mesîh” ango “Mêhdî” gotine. Xiristiyan, bawer dikin ku dê rojekê Îsa Mesîh vegere û ji nû ve riya rast şanî mirovahiyê bide ku wan ji xerabiyan vegerîne.
Alimên Îslamê, dîtine ku her diçe misilman ji riya dîn bidûr dikevin. Ne li gor ayetan, li gor “Ahadis-i Sahiha” (Gotinên rast ên Pêxember) gotine ku; “Dê serdemek were ku dê fitne û fesadî zêde bibe, wê gavê bi navê Mêhdî dê zatek were ku dinyayê bi edalet û bi qenciyê dagire. Wê êrîşên li ser îslamê rawestîne û ‘Sunnet-i Seniyye’ (Rêya Pêxember) ji nû ve îhya bike ”
Vê baweriyê, bêhejmar Mêhdiyên sexte derxistin û ji wan hinekan li derdora xwe însan jî kom kirin, heta ku sextekariya wan deşîfre bû.
Mêhdiyê Yavuz Ekinci, ne ji bo Sunnet-i Seniyye, ji bo “hikumraniya esmanan daxe ser rûyê erdê,” hatiye. Milyaketê şeşçeng Cibraîl xwe nîşanî wî daye û jê re, “Binihêre ey Mêhdî! Ez Cibraîl im, tu jî pêxemberê Xwedê yî!” gotiye û mîna pirpirokekê fir daye xwe, ji ber çavan winda bûye.
Em ji kitêbên di mala wî de fam dikin ku Mêhdî, wek yekî ronakbîr hatiye şayesandin. Mêhdî li Bajarekî Mezin dijî. Kîjan bajar e, nayê famkirin. Dibe ku Amed be, dibe ku Ruha, Stenbol, Şam, Roma, Babil an Nînova be. Belkî ev hemî bajar bi hevre bûbin Bajarê Mezin ê Mêhdî. Mêhdî xerabiyên li ser rûyê erdê, kaosa li bajarê mezin dibîne, belê ji destê wî tiştek nayê, nikare vî derdê mezin ê ku wek kulekê di ser dilê wî de rûniştiye çareser bike. Mêhdî çelq dibe, aqil berdide.
Tê bîrê ku di demên wisa de Xweda pêxamberan dişîne ser rûyê erdê. Wê gavê Cibraîl lê xuya dibe, an bi wî wisa tê. Dibêje, “ez li vê çavsoriya ku dinya dagirtiye, tunebûna edaletê dibînim, difikirim ku bi derengmayina min dê her tişt xerabtir bibe.” Naxwe divê ew derkeve nav gel, “hikumraniya esmanan” teblîx bike. Mêhdî dizane ku pêxemberên ku hatine şandin, gelek zahmetî kişandine, di serî de kesî ji wan bawer nekirine, bi wan keniyane, ew bi êrîşên dijwar ve rû bi rû mane.
Mêhdî bo teblîxê mala xwe diterikîne, derdikeve nav gel, kolan bi kolan li wî Bajarê Mezin digere. Kes jê bawer nake ku ew “yekî şandî “ye. Her diçe endîşeya wî mezintir dibe. Parçebûna bedena keça zarok Ceylan Önkol, qetlîama li Roboskî, Kuştina Hirant Dink û Tahir Elçi ji bîrê dernakeve. Mêhdî ji dostên xwe yên esnaf re dibêje “Ez Mêhdî” me, hatime ku xerabiyan ji ser rûyê erdê rakim.
Dostên wî pê dikenin, dixwazin ew mûcîzeyekê pêşî wan bike ku jê bawer bikin. Dostên xwe dibe serê apartimanekê, dê nîşanî wan bide ku ew ê heyvê sor bike… Mûcîzeya wî pêk nayê. Ji bajarê betonarme, keşmekeşiya trafîkê, kaosa bajêr wêdetir tiştekî nabînin.
Mêhdî li ber Xwedê digere: “Xwedêyo, qaweta min a ku li vî bajarî bibim dengê te nîn e. Te yekî şaş hilbijart. An xwe nîşanî min bide, îşaretekê bide min; an jî min rihet bihêle, bela xwe ji min veke… Xwedêyo, alîkariya min bike,” dibêje. Nivîskar, Mêhdî li mizgeftên bajêr, li kilîseyan, li goristanan, li kolanên xewle, li bar û meyxaneyan, li kerxane û li navendên danûstandinên gewre yên bajêr digerîne. Li her derê Mêhdîbûna xwe teblîx dike, dixwaze ji wî bawer bikin. Tenêbûn, xwewendakirin, hayjixwenebûn, bêxemî û bêçariya mirovên bajêr dibîne. Ji wî bawer nakin, pê dikenin, lê didin.
Mêhdî bi endîşe ye. Li Cizîr û Silopiya ku hatiye ximûxerabekirin, li cesedê Dayika Taybet, li dayika ku cesedê zarokê xwe di sarincokê de veşartiye, li serjêkirinên DAEŞê, li cesedê Alan Kurdî yê ku pêlan ew avêtiye peravê behrê, li kuştina jinan, li dizên ku mala cîranê xwe şelandine, li botên koçberên ku noqî behrê bûne, difikire û her diçe endîşeya wî zêde dibe.
Mêhdî xwe di binê bîreke bêbinî de dibîne. Bi hêviye ku dê Cibraîl were xwe pêşî wî bike, di binê bîrê de berxwe dide. Belê Cibraîl xwe lê xuya nake.
Di romanê de, Mêhdî bi xwe jî bigumane ku ev bûyerên ku ew jiyaye, rast in an xewnerojkên wî ne. Nivîskar wek metaforekê êşeke rastîn jî ji Mêhdî re peyda kiriye ku xwîner di nava jiyana rastîn û ya ferazî ya nepen ya Mêhdî de biçe û bê. Di lingê Mêhdî de nasireke hişk heye ku canê wî pir diêşîne. Mêhdî gelek caran vê nasirê di avê de nerm dike, piçekî paqij dike, bandeke biderman lê dide.
Ekinci, hewl daye ku dengê muzîkê bikeve romanê. Dibe ku guhê min ne yê muzîkê ye, min ew denginan nebihîst.
Endîşeya Pêxember wek romaneke fantastîk a monolojîst hatiye hûnan.
Bi gelemperî em dikarin bêjin ku Endîşeya Pêxember romaneke serkevtî ye.