Osman Özçelik : Panîk*

KurdiYazarlar

“Di serdema antîk a ‘pirxwedayî ’ de, her xwedayek berpirsiyarê karekî bû. Di mîtolojiya Yewnana kevn de, navê xwedayê tirsê ‘Pan’ bû. Fransizan ji tirsa mezin a bêbingeh re gotine ‘panique’ (panîk)

Rewşa panîkê bi carekê derdikeve holê. Ango ji nişkave panîk çêdibe û heta mirov bi ser hişê xwe ve tê didome û diqede. Çi çax hiş û aqil dide ser hestan, mirov ji rewşa panîkê xelas dibe.

Heke mirov an civak li pêy hev gelek caran bikeve rewşa panîkê, wê çaxê mirov dikare bêje, ‘nexweşiya panîkê’ heye. Di rewşa asayî de tirs û panîk hestên mirovî ne û ne nexweşî ye.

Panîk, carinan bisedem û carinan jî bêsedem derdikeve holê. Em bêjin di salona şanoyê de temaşevan bi aramî lîstikê temaşe dikin. Ji nişkave agir bi salonê dikeve, dûxana reş digire ser temaşevanan. Ew ji bûyereke wisa re ne amade ne; nizanin cihê revê ku der e, derî û pencere li kîjan alî ne, nizanin wê çilo xwe xelas bikin. Tirsa mirinê rewşa panîkê derdixe holê.

Di dema panîkê de hiş tevlihev dibe, disekine; çav tiştan nas nake, ji hev dernayênin. Mejî nikare riya rast nîşanî mirov bide. Di mînaka agirê li salona şanoyê de mirov hemî êrîşî derî dikin, tu kes rê nadin tu kesên din. Di wê xirecirê de gelek mirov, ne bi şewatê, bi eciqandinê jiyana xwe ji dest didin, dimirin. Heta ku agir vedimire an mirov derdikeve derve, panîk didome, paşê diqede. Ev panîka bisedem e. Sedem heye. Sedem agir û tirsa şewatê ye.

Panîka bêsedem, pirtirîn ji nepeniyê û di tariyê de derdikeve holê. Di tariya şevê de; aveke mezin (derya-gol) çemekî ku bi coş diherike, goristaneke tarî; tirsa di binhişê mirov de, tirsa di kûraniya bîra mirov de werdigerîne tirsa mirinê û rewşa panîkê derdikeve holê. Di rastiyê de sedemeke xuyayî an xetereyeke heyî, nîn e. Belê dîsa jî panîk çê dibe û dibe ku mirov, di wê rewşa panîkê de jiyana xwe jî ji dest bide.

Di rewşa panîka çi bisedem çi bêsedem de, mirovên panîkbûyî tevgerên ku aqil qebûl nake, dikin.

Kêşeya kurd, tirs û xof kiriye dilê dewletê. Tirsa wekhevbûnê, tirsa bi hevre parvekirinê… Tirsa mezintirîn jî ji hev veqetandin… Sedemên xuyayî û yên nexuyayî dewlet bi ‘nexweşiya panîkê’ xistiye. 

… Dewletê di nava panîkê de tiştên ku aqil û mirovahî qebûl nake, kir. Bi dehan hezar însan hatin kuştin, cerdevanî, tîmên taybet, hizbî kontra ava kirin. Daristan û gund şewitandin, gund vala kirin, bajar kavil kirin…

 … Mirov bi hiş, bi aqil, bi xwînsariyê û bi zanebûnê dikare xwe ji rewşa panîkê xelas bike û xisarê nebîne…”

Di ser vê nivîsê de, 19 sal derbas bûn. Dewlet hê ji panîkê derneketiye. Ev ne panîkeke ku bi carekê derketiye holê ku bi carekê jê xelas bibe. Ji roja avakirina komarê de destpêkiriye û wek nexweşiyekê hê jî didome. 

Nexweşiya panîka dewletê bi rûbirûbûna sedem an sedemên panîkê re dikare ji holê rabe. Rûbirûbûyin bi qebûlkirina hebûna kurdan û qebûlkirina mafê wan ên demokratîk pêkan e. Heke wisa be, nexweş dikare ji rewşa panîkê xelas bibe, aram bibe, bikaribe wek mirovên normal tevbigere. 

Riyeke din jî heye. “Şoqeke Mezin…” Şoqa mezin ji hevdu cudabûn e. Ez bi xwe nizanim dê çawa şoqa mezin pêk were. Ji derveyî cîrantiyê, tu têkilî di navbera dewletê û kurdan de nemîne Ango serxwebûn pêk were, dê panîk jî biqede… Wê gavê dê hişê dewletê were serî, rihet bibe, dê wek mirovên normal tevbigere.

Her mirov ji ketina hepsê ditirsin. Belê gava mirov dikeve hepsê êdî tirsa ketina hepsê ji holê radibe. Ew tirs diçe, cihê xwe dide hinek tirs an pirsgirên din. Rengê tirsê diguhere. 

Panîk têger e (bulaşıcı) Heke dewlet bi nexweşiya panîkê ketibe, nexweşî li gelê dewletê jî belav dibe an tê belavkirin. Ji ber wê ye ku li hember êrîşên li ser Rojava hema hema temama partiyên siyasî li dora partiya AKP dibin yek. 

Nexweşiya panîkê hiş, dil û mejiyê gel dîl girtiye. 

Bê kar in. Xem nîn e.

Birçî ne. Xem nîn e.

Buhayî hatiye qirikê. Xem nîn e.

Îktîdar û derdora îktîdarê jiyaneke bi debdebe diajon. Xem nîn e.

Ne zarokên dewlemendan û yên xwediyê îktîdarê; zarokên feqîran diçin şerê mirinê. Xem nîn e.

Nexweşya panîkê, bi mirovan karên derî aqilan dide kirin.

——————————– 

*Min bi sernavê “Panîk” di “Rojnameya Azadiya Welat” de (28.02.2000) gotarek nivîsîbû. Heman gotar di pirtûka min a bi navê “Kulîlkên Qeşayê” de (Weşanên M, 2004) jî hat weşandin. Beşekî gotarê sêbare dikim ku em sedema panîka dewletê bibînin. 

 

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer : Uluslararası Kaosun Geleceği
Günay Aslan : Türk Milleti Erdoğan’ı, Dünya İnsanlığı Kürtleri destekliyor

Öne Çıkanlar