Hin bûyer hene ku bi awa û naverokên xwe tesîrên mezin dikin. Wusa tesîr dikin ku him rêxistin, grub û kes, him jî hin dewlet di gel ku di navbera xwe de xwedîyên hin problemên cuda bin jî hêsir û êşên van bûyeran wekî pêlên xurt ên bihevrebûnê bi hemûyan digrin û dihezînin.
Bûyera dawîn a Rojavayê Kurdistanê (Rojava) ya ku di 9ê vê mehê de bi êrîşên dewleta Tirkîyê yên dijminane dest pêkir û hîn jî didome, di nava çend rojan de bû bûyereke weha ya dîrokî ku çi li hemû perçeyên Kurdistanê çi li diasporayê Kurd nêzî hevdu kirin ku bi hev re li hember dagirkeran û ji bo piştgirîya dinyayê tev bigrin.
Herweha gellek dewletên ku di sîyaseta dinyayê de xwedîyên gotin in an bi parastvanîya mafên mirovî tên nasîn bi gellek alîyan ve li hember êrîşkarîyên dewleta Tirkîyeyê derketin û piştgirîya xwe ji bo Rojavayê nîşan dan.
Ji Qamişloyê heta Diyarbekirê, Hewlêrê, Şingala pîroz û Mehabadê, bajar û asîmanên welatê rojê û agir ji bo Rojavayê êşîyan, girîyan, rabûn ser ligan û hîn jî ew hestên germ û xurt dewam in.
Parlamenterên HDP û hin parlamenterên dilsoz ên ji partîyên din jî, di gel hemû tehdîd û şantajên dewleta Tirkîyeyê jî li dijî şerê dagirkerîyê li ber çavên dagirkeran bûn dengên doza rewa ya Kurd û çareserîyên aştîyane, parastvanên mafên Rojava û li dijî şer derketin. Herweha hema hema tevayiya partîyên Kurdistan Bakur li hember êrîşên Tirkîyeyê derketin û piştgirîya xwe ji bo Rojavayê nîşan dan.
Li dervayê welat jî, taybetî jî li welatên Ewrûpayê li gellek bajaran Kurd û dostên wan bi reng û dengên xwe, bi êş û hêsirên xwe li kolanan bûn, bi dezgehên dewletan, rêxistinan û grûban ji bo piştgirîya Kurd û Kurdistanê di hevdîtinan de bûn û ew karên xwe yên bimane bêwestan dewam dikin.
Li dinyayê jî, her çend dewletên wekî Amerîka, Îngiltere û Fransayê ku dikaribûn pêşîya êrîşên Tirkîyeyê bigrin, desthilatdarîyên xwe temamî bikar neanîn jî, beyî 2-3 dewletan kesî piştgirî neda Tirkîyeyê û ew dewletên ku dengê xwe derxistin jî li hember Tirkîyeyê derketin. Hetta serokkomarê Qibrisa Bakur jî parastvanîya aşîtî û diyalogê kir; berdevkên Tirkîyeyê ji qehran ”dîn” bûn.
Ev rûpelek nû ya ji bo Kurdan tevayî û Rojava taybetî ku hewqas deng ji dewletan derdikevin di gel ku hinekên wan desthilatdarîyên xwe temamî bikar neanîbin jî.
Ez bi xwe li Stockholmê bi dil û ruhê xwe şahîdê van pêlên dilxweşîyî me. Rexne û nêrînên pirranîyeke mezin li hember hevdu çi dibe bila bibe, bûyera Rojavayê, him di navbera Kurdan de hîm jî di navbera dostên Kurdan de reaksîyonên gellek baş derxist holê. Bêşik ev reaksîyonên muşterek dikaribûn hîn baştir bi hev re bihatana organîzekirin, lê di gel hemû kil û kêmasîyan jî ew tabloya ku Kurd û dostên Kurdan li Stockholmê di meşa 12ê vê mehê de nîşan dan cihê dilxweşîyê ye.
Rêxistin, grûb û kesayetîyên ku ji ber sebebên cuda di van 20-30 salên dawîn de nehatibûn ba hev ji bo hêsir û êşên Rojavayê hatin ba hev, bi hev re meşîyan. Bi qasê ku min ji medyayê taqîb kir, dîmenên weha yên dilxweşîyî li gellek bajarên Swêdê û yên welatên din ên Ewrûpayê jî hatine holê. Ma ji vê xweştir, herçend hêsir û êş her berdewam bin jî?
Ji ber van sebeban, her çiqas êrîşên Tirkîyeyê dewam dikin û pêşeroja Rojavayê hîn ne zelal be jî, ez bi xwe di gel hemû hêsir û êşên xwe yên ji bo Rojavayê, ji bo ew hemû karûbarên hêja yên heta nuha, ji bo ew hestên yekîtî û hevkarî yên ku Kurdan û Kurdistanîyan, ji bo ew piştgiriyên ku dostên Kurdan nîşan dan pirr û pirr kêfxweş im, dilxweş im…