Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene.
Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 3
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV
Can û ciwan
Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.
- Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
- Delal, rind, xweşik, bedew.
Ciwan:1 .Keç û kurên êdî ne zarok, ne jî pîr.
- Bedew, rind, xweşik, spehî.
Mane: Gêncên delal, bedew.
Ciwanên ji dil.
Keç û xortên ku pir têne hezkirin
Mînak: Can û ciwan ji bo pîrozkirina Newrozê li hev civîyan.
Can û dil
Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.
- Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
- Delal, rind, xweşik, bedew.
Dil: 1.Li alîyê çepê, di sîngê mirov da organa xwîn hilkişandin û pompekirinê.
2.Cîhê hestan û evînê. (mecazî)
3.Yar, berdilî. (mecazî)
4.Navend, merkez. (mecazî)
Mane: Ji dil. Bi dilekî paqij.
Cidî. Samîmî. xalis muxlis.
Mînak: Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re bişênim,
Tenê şerme, hemî derd û hejarî (1).
Canik û camêr
Canik: 1. Yar.
- Sitî, xanim, xatûn.
Camêr:1. Xwaşmêr, wêrek, egîd, gernas, mêrxas.
- Çê, baş, rind, xweşmirov.
Mane: Jin û mêr. Xweşxanim û xweşmêr.
Di civînê de şiklêkî denglêkirinê/xîtabê. Xîtapkirina civakê.
Mînak: Canik û camêrino hûn bi xêr hatin.
Can û canik
Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.
- Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
- Delal, rind, xweşik, bedew.
Canik: 1. Yar.
- Sitî, xanim, xatûn.
Mane: Jina delal, jina bi dil û hezî.
Jina ku bi soz, helwest û tevgera xwe yek e.
Mînak: Tav û hîva mala min.
Ked û ava serbana min.
Yar û sitî, evîn û hêvî,
Can û canika dilê min.
Can û cesed
Can: 1. Rih, jîn, giyan, saxî, ruh.
- Peyvek şîrîn. Hêja, ez heyran, qurban.
- Delal, rind, xweşik, bedew.
Cesed:1.Term,laş, leş, kelex,cendek, beden. Bi hev re hemû parçeyên laşê mirovan.
- Meyît. Termê bê jîn. Laşê mirî.
Mane: Sax û mirî.
Mînak:Kalo, bi hêrs ji can û cesedê wan re duz diçû.
Car û bar
Car:1.Dubar, çendbar.
- Qat, qatî.
- Carîna, hin car, tek car. Gegan. Car caran. yek car.
Bar:1.Tiştên ku mirov yan jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.
- Berpisiyarî, erk, wazîfe.
- Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
- Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
- Berhem, mahsûl.
- Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.
7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.
Mane: Zêde kirin.
Bar li xwe zide kirin. Barê yêkî zêde kirin. Berpirsîyarî lê zêde bûn.
Mînak: Min, bi nezanî barê xwe kir car û bar.
Caş û çêş
Caş:1.Kurî, kurik, sîpik. Cehş, dehşik,xotik. Kerê hîn baş mezin nebû ye.
- Xayin, Dijmina/dijminê gelê xwe. (mecazî)
Cêş:1. Ji “caş” ê çêş.
- Di “caş û çêş” ê de tê watayê “maş”. (mîn: dar mar, av mav, sêv mêv…)
- Hemû artêşên dewletekê.
Mane: Sîpe mîpe, sîpik mîpik, dehşik û mehşik.
Mînak: Di nav gel de qet rûmeta caş û cêşan tune.
Cax û cax
Cax: 1.Hesinên ku honan pê tê honandin (caxê gore ,amûre ku gore/kurik pe tê honandin.) Sîx, tix, nêk.
- Şîşên li kevîyê şaneşînan yan banan yan jî pireyan.
- Beş, çavî.
Cax: Bnr. “cax”
Mane :Beş bi beş, çavî bi çavî
Bi şivê hesinan an jî bi şivê daran derek an jî tiştek dorpêçandin.
Mînak: Şivan, axura xwe li gora hejmara pez û dewaran cax û cax veqetand.
Cejn û îd
Cejn:1.Şahî, eyd, pîrozbahî, roşen.
Îd:1. Eyd, cejn.
Mane: Wake dawet û dîlan.
Bezm û şahî, kêf.
Mînak: Cejn û îd bi şox û şeng derbas bûn.
Cerg û hinav
Cerg:1.Pişika reş, Kezeba reş, mêlak, cîger.
Hinav:1.Organên hindirê laş.
Mane: Li ber ketin.
Dil pê sotin.
Guneh pê hatin.
Janîn, arincîn, êşîn.
Mînak: Cerg û hinavê meriv pê dişewite.
Cerd û cûrd
Cerd:1. Nijd. Bê xeber êriş li ser kesekî,kom, dever û gelekî kirin.
- Talan. Tiştên ku di terteleyê de hatine bidestxistin.
Cûrd:1. Ji “cerd”ê cûrd.
Mane: Sergirtin. Êriş kirin û talan.
Mînak: Piştî Cerd û cûrd bûnê , ban li ser banê, kevir li ser kêvir nema.
Cehd û zehmet
Cehd:1. Têkoşîn, xebat.
- Hewl, ked, mihawele.
Zehmet:1.Dijwar, asê, zext. Tiştê ku çêkirina wî pir enerjî û hunerî…hwd dixaze.
Mane: Êsîriya heyatê.
Zor û zehmetîya jîyanê.
Ji bo nanê xwe têkoşînkirin.
Mînak: Cotkarî cehd û zehmetiyê dixwaze.
Ceger û bez
Ceger:1. Ceger (cegera reş, cegera spî)
- Pişik, mêlak, kezeb.
- Wêrek, biceger, bizirav (mecazî).
Bez:1. Meşîn, yan jî birêvaçûna bi lez.
- Duhn, çewr, don, dihin. Duhna laşê. Terî, terîya mîyê ( taybetî ji bo mîyan).
Mane: Kezeb lê şewitîn. Kezeblêşewitîn.
Mînak: Dû mirina jina xwe ceger û bez lê şewitîya.
Cest û bercest
Cest:1.Beden, laşê mirov.
Bercest:1. Beden, laşê mirov.
- Gurgîn, nêrbaran, şênber, berbiçav.
Mane: Beden, laş, qelafet.
Mînak: Cest û bercestê wî/wê li ber çavan e.
Ceste û berceste= Cest û bercest.
Cewr û cefa
Cewr:1.Zordarî, zilm, cefa, gazin.
Cefa: 1. Azar, ezîyet, êş, jan.
2.Ked, zehmetkêşî, renc.
Mane: Ezîyet kişandin. Gelek zehmet dîtin.
Mînak:Koçerên deşta Paloyê, ji ber feqîrîyê pir cewr û cefa kişandin.
Cêrg û bez
Cêrg: 1. Cureyekê govendê.
Bez:1. Meşa bi lez.
- Dûnê laşê .
Mane: Govend gerandin, govendkişandin.
Rêz bi rêz govendgirtin.
Mînak: Di dawetê de, jin û mêr tevahî beşdarê cerg û bezê bûn.
Cêr û ceger
Cêr:1.Kûz, şerbik,cer, kuzik. Mîqdara ava kûzê. (mîn: Cêrikek av bîne.)
2.Cîger, ceger.
- Cirdik, cirm, hewdik.
Ceger:1. Ceger (cegera reş, cegera spî)
- Pişik, mêlak, kezeb.
- Wêrek, biceger, bizirav (mecazî).
Mane: Cegerdar, biceger, wêrek, cesûr.
Mînak: Mirovekî cêr û ceger e.
Cil û cor
Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.
- Nivîn.
- Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.
Cor:1. Col.
- Tewre, reng, çeşît, tûl, tûr, cûn, awa, şêwe, cûre.
- Tûrikê xwarina hespan.
- Bincil, bincilk, cilê binî. Kiras.
Mane: Kincen ku tên li xwe kirin.
Hûrmûr, Kirt û pirt, kel û pel, tişt mişt.
Nivîn, mitêl, balîf , rûber û her wake din.
Mînak: Jinan li ber avê cil û cor şûştin.
Cih û ceng
Cih: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.
- Erd.
- Meqem.
Ceng: 1. Cang.
- Kefen.
- Caw, pirtî, qumaş. Tiştê cilik jê tê çêkirin.
- Mekan, cih, war.
- Şer.
Mane: Şûn, war û wêr.
Mînak: Dawîya mirov bostek cih û ceng e.
Cil û berg
Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.
- nivîn.
- Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.
Berg:1. Kinc, lîbas, kiras.
- Cilên ku ji çerm çêbûne. Bergê pirtûkê.
Mane: Tiştên ku mirov li xwe dike. Kinc. Libas.
Kinc û kol.
Mînak: Keç û xortan, ji bo dawetê xwe cil û bergên netewî pêçandin.
Cil û macil
Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.
- nivîn.
- Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.
Macil:1.Cil û berg, ser û bin (piranî lîbas e.)
Mane: Lîbas, kinc, berg.
Mînak:Pereyê xwe girt, cil û macilê xwe nû kir.
Cil û pêçan
Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.
- nivîn.
- Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.
Pêçan:1.Di nav tiştekê ra kirin. Tiştek lê alandin.Bi tiştekî veşartin. Bi tiştekî dor be dor niximandin,girêdan, pêçandin.
Mane: Cil û girêdan.
Kincên li xwe kirinê. Kincên xwe xemilandinê.
Mînak: Bavê min balê dide cil û pêçana xwe.
Cil û caw
Cil: 1. Tiştên mirov li xwe dikin.
- nivîn.
- Cilê ku davêjin ser pişta heywanan.
Caw:1.Cang, qumaş. Tiştê ku cilik jê tê çêkirin.
Mane: Pot û pertal. Her çeşît qumaş
Mînak: Min, li Çarşiya Şewitî ya Dîyarbekirê ji xwe re cil û caw kirî.
Cih û war
Cih: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.
- Erd.
- Meqem.
War: 1. Der, welat, herêm, mesken.
- Ûcax.
- Biwar, babet, mijar, mesele. (Di vî warî.)
Mane: Şûnwar.
Şûn, mal, xanî, welat,
Der, dever û welat. Cih û cangî.
Mînak: Ji ber deyn û duyan cih û war lê teng kirin.
Cin û cinawir
Cin:1.Ecin, neysizî. Li gor pirtûkên olî û çîrokan nijadek ê mirov bi çavan nabîne. Melkemot.
- Har bûn.
- Mirovê çav vekirî. Hişyar, hişmend.
Cinawir:1. Ajalên kûvî yên dirinde. Cenawir, canewar. Ajalên ku meriv pê pir ditirse.
- Zarokên nehs, zarokên nerihet (mecazî)
- Dilkevir, dilhişk, dilneşewat, bêmerhamet. Mirovên pir tirsnak û talûke. Kesên xeternak.
- Weke rêbir, weke heydût, nijdevan.
Mane: Heywanên dirinde.
Mînak: Zivistanê cin û cinawirê birçî li dor hewşa me digerîyan.
Cir û Cedêl
Cir:1. Xûy, xislet, taybetmendî.
- Rû. çawanî (wasf) a rû.
- Miamele, tevger, kirarî, kiran.
Cedêl:1.Niqaş, gengeşe, cedel, lihevnekirin.
2.Xirûcir, hengame.
Mane: Nîqaş, gengeşe.
Devjenî, devjenk
Mînak: Cîranên me ji hev re cir û cedêl kirin, axirî li hev hatin.
Civ û civ
Civ:1. Candêrî, şênbûnî, zinditî, geşedarî, livdarî, livokî, tevgerdarî.
- Qêlêbelix, gilûr, zurbe. Hengame, xirecir.
Civ: Bnr. “cıv”
Mane: Livîna domdar.
Nesekinîn, ranewestîn.
Mînak: Xweza her dem civ û civ e.
Civat û caxî
Civat:1.Koma mirovan ya ku li hev dicive mislet dike yan jî biryar digire û dide.
- Meclîs, kom, ref.
Caxî:1.Koma mirovan. Civat.
Mane: Civîn, kombûn.
Berhevbûna koma mirovan
Mînak:Di civat û caxîyê vê hefteyê de hin biryarên girîng hatin girtin.
Cî û war
Cî:1. Cîh, der, erd, şûnd.
- Tîke (ji bo goşt, penîr…hwd.), parî, piçek, hevkî, hindikek, xîçek.
War: 1. Der, welat, herêm, mesken.
- Ûcax.
- Biwar, babet, mijar, mesele. (Di vî warî de.)
Mane: Şûn, mal, xanî, welat,
Der, dever û welat. Cih û cangî.
Mînak: Li cî û warê xwe ne.
Cî û cil
Cî:1.Nivîn,cîhê raketinê.
2.Cîh.
3.Tîke.
Cil:1.Tiştên ku mirov li ser an di bin da dinivin, radikevin an ku radizin.
2.Nivîn.
3.Metîl û lihêf.
4.Tiştên ku mirov li xwe dikin.
Mane: ji ber nexwaşîyê bi cîh û nivîn bûn.
Mînak:Ev bu hefteyekî bi cî û cil di mal da me.
Cî û nivîn
Cî:1.Nivîn,cîhê raketinê.
2.Cîh.
3.Tîke.
Nivîn:1.Tiştên ku mirov li ser an di bin da dinivin, radikevin an ku radizin.
2.Cil.
3.Metîl û lihêf.
4.Tiştên ku mirov li xwe dikin.
Mane: ji ber nexwaşîyê bi cî û cil bûn.
Mînak: Xesûye xwe daye ber nexweşîyê û ji nav cî û nivînan dernakeve.
Cîh û mekan
Cîh: 1.Der, dever, şûnd, cîh, cî, herem, derdor, hewirdor.
- Erd.
- Meqem.
Mekan:1. Der, war,herêm, mesken.
- Dever, niştiman.
Mane: Şûn, dever, der.
Mesken. Jîngeh.
Mînak:Bilbilê got; cîh û mekanê min ne qefesa e, bi ruhê azad li ser gulîyê dara hişk e.
Col û cobal
Col:1.Kerî, naxir, colek. Koma ajalên kedî.
- Ref, qermelex (ji bo teyr û tirûdan).
- Qefle (ji bo mirovan).
- Revde, zurbe (ji bo ajalên dirinde)
- Xerebe, xerabûyî.
- Tevlihev, melez, nesaf.
- Zincîr (col kirin).
- Hêwirîn. Lê civîn.
Cobal:1. Pez, sewal, dewar.
Mane: Kerîya pez û dewaran.
Mînak: Pez û dewarên me, li deşt û zozanan col û cobal diçerîyan.
Cot û cobar
Cot:1.Du tiştên bi hev ra. Zo.
2.Du kesên li gel hev, wek jin û mêr.
3.Guhnêl, gulên (Du heywanên ku ji bo cotkirinê dikin bin nîr.)
4.Kêlan, cot kirin, zevî ajotin.
5.Cotik (cêwî)
Cobar:1. Newala ku havînê ziwa dibe.
- Kevîyê erx û cok.
- Cotkar, cotyar.
Mane: Ajotin, çandin û çinîn.
Mînak:Karê cot û cobar ne zivistan dizane ne jî havîn!
Cust û çeleng
Cust:1. Çalak, lêkdayî, çeleng, çist, livdayî.
- Zîrek, xurt, aktîv.
Çeleng:1.Zîrek, çalak, aktîv, egîd.
2.Spehî, bedew, ciwan.
Mane: Çalak û şipil, cansivik.
Mînak: Hespê cust û çeleng di qada pêşbazîyê da xwe nîşan dide.
Coş û peroş
Coş:1.Şadî, kêf, zewq, şanî, lezet.
- Kêfxweşî, dawet.
Peroş:1.Kelecan, coş, heyranî.
- Xiroş.
Mane: Kelecan, xiroş, bi kelecanî şabûn.
Mînak: Min bi coş û peroş dest bi karê xwe yî nû kir.
Coş û xiroş
Coş:1.Şadî, kêf, zewq, şanî, lezet.
- Kêfxweşî, dawet.
Xiroş:1.Kelecan, coş.
Mane: Peroş, kelecan.
Coş.
Mînak: Heta dawîya pêşbazîy hespan, coş û xiroş kêm nebû.
Cûm û celat
Cûm:1.Çûyîn, parî, parîk.
- Ji “çûyîn”ê hêrandin, hûrûhêwer kirin.
- Tiştên gilok, tiştên ku gilok e.
Celat:1. Kesê ku biryara îdama mehkûman tîne cî.
- Kujer.
Mane: Ji navê windabûn.
Li ber çavan wendabûn.
Bi erdê de çûn.
Mînak: Di sala 1975 an de, ji ber erdhejê navçeyê Licê cûm û celat bû.
*
1- Ji helbesta “Diyariya Yarê” .Cegerxwîn.