Li gundê me yê li Dîlokê, li hinda tirbên me, tirbên ku me nivîsên li ser wan nedikanî bixwînin û jê fam nedikir hebûn.
Çend xirabeyên bi kevirên mezin nîşan dida, ku ew der beriya me warê kesên din bûye. Kî berê li wir jiya ye, ji me kesekî nedizanî. Wer xuya dibû ku nîştecîhên wir ên berê ne Kurd bûn.
Lê ên me ji ber ku ew ji xwe re pir nêzik, mîna xism û meriv dîtine, ku tirbên xwe li hinda yên wan, di nava hev de çêkirine. Ew tirbên ku di zaroktiyê de em di nava wan de dilîstin heta îro ji bîra min neçûn. Îro em dizanin ku ew tirb ên Ermenan in. Lê ew kengê û çima ji wir barkirine û çi hatiye serê wan, kesek nizane.
Wer xuya ye; ku dewleta Tirk ne zindî û ne jî mirî, hê jî hebûn, nasname û nirxên Kurdan ji xwe re wek tehdîd dibîne. Di tirbê de jî aramiyê nade Kurdan. Ev çend hefte ne, li bakurê Kurdistanê dîsa dest bi êrîşên li dijî tirban kiriye.
Hefteya berê li gundên Farqîna Amedê û li hefteya çûyî jî li gund û navçeyên Wanê tirb hatin hilweşandin û xerakirin. Piraniya wan, tirbên gerîlayan in û nivîsên li ser jî bi Kurdî ye. Kurd li şûna ku bi tedbîrên li dijî pirsgirêkên jiyanî û herwiha bi nexweşiya koronayê re mijûl bibin, ketine xema parastina tirbên zarok û nasên xwe ji êrîşên dewletê.
Ev polîtîkayeke kevn a Tirkiyê ye. Ermenî û xelkên din ên xiristiyan rastî vê polîtîkayê hatin û îro hebûn û nirxekî wan ê ku nasnameya wan diyar bike, li holê nehate hiştin. Kurd jî ji avabûna komarê heta niha ji vê polîtîkayê para xwe distînin; qirkirin û asîmîlasyoneke bênavber…
Komara Tirk bi nasnameya ‘Tirkî û misilmanî’ hate avakirin û ev sed sal zêdetir e ku xelkên ‘ne Tirk û ne misilman’ bi hebûn, nasname û hemû nirxên xwe ve rastî van polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên…
Dewletê xirakirin û hilweşandina tirbên Kurdan vê carê rastî rojên salvegera qirkirina Ermeniyan anî. Wekî tê zanîn; di berbanga roja 24’ê Nîsana 1915’a de, yanî 105 sal berê li Stenbolê dora sê hezar rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste û parêzêrên Ermenî ji malên xwe têne girtin û birin. Ew careke din nema vedigerin. Û di hundirê çend rojan de di nava sînorên dewleta Osmanî de bi destê nijadperestên Tirk ên Îttîhatperwer li dijî Ermenan qirkirin tê destpêkirin.
Ne tenê ew rewşenbîrana, qasî mîlyonekînîv zar û zêç, kal û pîr, jin û ciwan tên qirkirin û yên mayî jî ber bi welatên xerîbiyê ve tên bi rê kirin. Piraniya yên ku hatin sirgûnkirin, an di rê de têne kuştin an jî ji birçîtî û nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Îro li Tirkiyê xeynî çend hezar kesên li Stenbolê, tu kesên ku Ermenîtiya xwe bi aşkereyî bîne zimên nema ne! Ermeniyên ku ji wê qirkirinê saxmayî tev bi bîranîn û êşên xwe li cîhanê belav bûn.
Serdestên Tirk bi talankerî dest danî ser nirx, kultur û dêrên wan. Mîna hebûna wan, navê wan jî ji holê rakirin. Tirbên wan û êşên wan jî ji Kurdan re ma!..
Êrîşa li tirban, bêçaretî ye, zulm û hovîtiye! Hesabê serdestên Tirk belkî li ser Ermenan pêk hat, lê Kurd û kurdayetî hê li ser pê ye…
Li gundê Teqiz a Çaldiranê gundiyek bi naîftî dibêje; “di ev meha rojiyê de jî dewlet me diêşîne, kevirên tirbên me dişkînin, bila me êdî me rihet bihêlin…” Tirbên gerîlayan jî mîrateyên Kurdan in.
Helbet heta ku Kurd û kurdayetî bijîn, dewleta Tirk bi vê hişmendiyê, ê tim wan ji aramiyê bêpar bihêle. Lê divê Kurd jî ji bo parastina hebûn û mîrateyên xwe qasî dewletê bi israr û xwedî helwest bin…