Îsal û di van mehên dawî de, ti hefteyek derbas nebûye ku koçberekî Kurd li Almanyayê telefonî hêla germ a Diyasporayê neke û pirsa dersînorkirinê neke.
Tirs û dilfikariyeke wan a mezin heye.
Bi taybetî dema ku me eşkere kir ku di navbera hikûmeta Îraq û Almanyayê de rêkeftinek ji bo dersînorkirina koçberan heye.
Herwisa me eşkere kir ku koçber kom bi kom tên dersînorkirin û balyozxane û konsulxaneyên Îraqê alîkariya rayedarên Almanyayê dikin ji bo nasîn û destnîşankirina nasnameya kesên ku Îraqî ne.
Wezareta Navxwe ya Almanyayê di bersiva çend pirsên hevkarê me Zinar Şîno de, bi daneyan eşkere kiribû ku hinek Îraqî hatine dersînorkirin.
Li gorî şopandinên Bernameya Diyasporayê ji çavkaniyên pêbawer, kampanyayên dersînorkirinê bi piranî ji bo kesên Îraqî ne yên ku ji Bexdayê hatine.
Yanî ti dersînorkirineke komî bo Kurdistanê çênebûye.
Çavkaniyên Diyasporayê ji me re got ku di rêkeftina Îraq û Almanyayê de behsa Kurdistanê nehatiye kirin.
Tenê kesên ku bi xwe dixwazin an jî xwediyên dosyeyên sûcên giran in, dê vegerin Kurdistanê.
/rûdaw/